MÊRDÎN - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin,46 kesên din ji kar derxist. Bi vê yekê re hejmara kesên ji kar hatine derxistin derket 236’an.
Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk di 4’ê Mijdara 2024’ê de cara sêyemîn qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir. Hejmara karkerên ji hêla qeyûm ve ji şaredariyên tên derxistin her ku diçe zêdetir dibe. Qeyûm 46 kesên din ji kar avêt û bi vê yekê re hejmara karkerên ji 4'ê Mijdarê heta niha ji kar hatin derxistin derket 236’an.
Hat zanîn ku kesên ji kar hatine derxistin dê dozê vekin.