NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi salan bertek nîşanî pêkanînên 'tasfiyekirinê' yên hikûmeta AKP'ê dide, dibêje ku bidawîkirina şerê çekdarî bi têkoşîna hiqûqî ya demokratîk pêkan e û got, "Ez dibêjim erebeyê nexin pêşiya hespê. Divê beriya her tiştî Tirkiyeyeke demokratîk hebe."
Piştî ku Tevgera Azadiyê ya Kurewî deriyê Îmraliyê ku ev 43 meh in girtî bû vekir, di 23’ê cotmeha 2024’an de bi malbatî re hevdîtin pêk hat û piştre di 28’ê kanûnê de bi Heyeta Îmraliyê re ku di nav de endamên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan jî hebûn re hevdîtinek pêk hat. Li ser pêşniyara Abdullah Ocalan, Heyeta Îmraliyê çû serdana partiyên siyasî yên li meclîsê temsîliyeta wan heye û piştî van hevdîtinan di 22'ê çileyê de li Îmraliyê hevdîtina duyemîn pêk hat.
Ya ku hikûmeta AKP'ê ji civîna duyemîn a li Îmraliyê hêvî dikir banga ‘tasfiyeyê’ bû, yên ku alîgirê çareseriya demokratîk bûn jî ji bo gavên ku dihatin avêtin li benda ‘Nexşerê’ bûn. Lê piştî hevdîtina 22'ê çileyê ji Heyeta Îmraliyê daxuyaniyeke wiha nehat dayîn û wiha hat gotin: "Xebatên birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin. Piştî ku amadekariyên li ser vê mijarê bi dawî bûn dê daxuyaniyên pêwîst ji raya giştî re bên dayîn."
HÊVIYA AKP’Ê YA ‘TASFIYEYÊ’!
Lê belê Abdullah Ocalan bi salan beriya niha li ser hêviyên AKP'ê yên 'tasfiyeyê' nirxandinên berfireh û hişyariyên cidî kiribû. Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya ewil a bi Heyeta Îmraliyê ya di 3’yê çileya 2013’an de gotibû, "Tevî ku operasyonên KCK’ê û bombebaran dewam dike, ne mimkûn e ku ez nameyekê binivîsim." Her wiha derbarê mijara ‘çekberdanê’ jî wiha gotibû, “Di prensîbê de ez ne li dijî bidawîkirina şerê çekdarî me. Lê em li şûna wê çi bikin? Ger parlamento rol negire û rêgezên qanûnî û destûrî neyên çêkirin, şert û mercên aştiyê çawa çêdibin?”
GIRÎNGIYA ÎFADEYA MAKEZAGONÎ
Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de balkişandibû ser girîngiya aştiya tirk û kurdan, wiha gotibû: “Dînamîtê dixin navbera her du civakan û jehrî kirine. Em ê li ser vê yekê bixebitin ka em ê çawa bi ser bikevin. Wê bi rûmeta netewî ya gelekî re were lîstin, gel jî bêbersiv bimîne! Ez hêrs bûme. Ez ne parazvanê netew-dewlet im. Sedema sereke ya komkujiyan ev e. Netew-dewlet nayê wateya azadiyê, tê wateya koletiyê. Em dixwazin kurdan bikin parçeyek demokrasiyê. Ger ev di zagon û makezagonên Tirkiyeyê de cih negire aştî pêk nayê. AKP dibêje 'pêwîstiyeke wiha nîne'. Gelo, em ê çawa bijîn? Bêyî îfadeya qanûnî û destûrî ya 20 milyon kesî em ê çawa bijîn?”
PLANSAZIYA PÊVAJOYA QANÛNÎ
Abdullah Ocalan ku plansaziya pêvajoya Makezagonî û yasayî derxist pêş, wiha got: “Pêşnûmeya Reforma Kurd divê were nûkirin. Ji bo danasîna hemwelatîbûnê ez vê pêşniyar dikim: Makezagona me hemû çandên dîrokî wekî dewlemendiya Tirkiyeyê qebûl dike û mafê pêşketin, bi serbest îfadekirin û rêxistinbûnê qebûl dike. Di Makezagona Îspanyayê de jî heman tişt heye. Ev pênase pirsgirêka hemwelatîbûnê û hin pirsgirêkên din çareser dike. Pênaseyeke mîna ya ku ez pêşkêş dikim gelek pirsgirêkan çareser dike. Ez qala perwerdeya ziman jî nakim. Wê xwedî mafên qanûndanîn û xweseriya aborî be. Fikarên derbarê Şertên Xweseriya Rêveberiyên Herêmî de dê nemînin."
‘SÊ PEYV BES IN’
Abdullah Ocalan destnîşan kir ku înkarkirina kurdan tê wateya înkarkirina tirkan jî, têkîldarî Plana Çalakiyê ku pêşniyar kiriye ji bo bikeve pêvajoya normalbûnê divê di Makezagonê de sererastkirin hebe û got, “Sê peyv bes in: Hemwelatî girêdana dewletê ye.”
ROLA HEYETA ÎMRALIYÊ
Di civîna 18’ê adara 2013’an de balkişand ser rola Heyeta Îmraliyê û wiha got: “Hemû rehendên makezagonî-yasayî, ango rehenda parlamentoyê karê we ye. Divê AKP û CHP di nav xwe de van mijaran nîqaş bikin. Divê hûn jî bi wan re van mijaran nîqaş bikin. Ev kar ewilî bi biryargirtina parlamentoyê destpê dike. Ya yekemîn ew e ku komîsyoneke ku ji parlamenteran pêk tê were avakirin, ya din jî li ser navê civakê avakirina aqilmendan e.”
ŞERT Û MERCÊN BIDAWÎKIRINA PEVÇÛNAN!
Abdullah Ocalan di hevdîtina 3’ê nîsana 2013’an de bal kişand ser bidawîkirina şerê çekdarî diyar kir ku ev têkoşîna demokratîk ya yasayî ve pêkan e û ev tişt anî ziman: “Mesele derxistin û an jî nederxistina vê qanûnê nîn e. Ev hemû tenê beşek ji siyaseta demokratîk in. Bi baweriya min parlamento dikare bi piraniya destûrî (330) bangekê bike. (Piçek hêrs dibe) Min matmayî nehêlin. Ger ez bibêjim ku me pêvajoya pevçûnên dîrokî bi dawî kir, ez nabêjim aştî pêk hatiye, ez behsa girêdanbûna gerdûnî ya ji bo siyaset û têkoşîna legal dikim. Min dev ji tiştekî berneda. Ez dibêjim bêyî Tirkiyeya Demokratîk ev pêk nayên, niha dema wê jî nîn e, erebeyê nexin pêşiya hespê. Beriya her tiştî divê Tirkiyeyeke demokratîk hebe.”
NÊZÎKATIYA ÎKDÎDARÊ DÊ FELAKETÊ BÎNE
Rêberê PKK'ê di hevdîtina 24'ê hezîrana 2013'an de, têkildarî nîqaşa 'binaxkirina çekan' ya hikûmet û çapemeniya wê ya weke roja me ya îro di navbera salên 2013-2015'an de jî xistibûn rojevê ev nirxandin kir: "Ev nêzîkatî wê felaketê bîne. Di nav sînoran de bi milyonan sempatîzanên me hene. Ger hûn bibêjin heta kesê dawî bimîne vekişîn wê bidome, hûn ê xwe bixapînin.”
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA SEDSALÎ
Abdullah Ocalan, di heman hevdîtinê de got ku çareseriya pirsgirêka sedsalî hêsan nîn e, balkişand ser girîngiya sererastkirinên qanûnî û ev hişyarî kir: “Ger pêwîst bike dê 50 qanûn bên çêkirin. Legalbûn çima xelet be? Ez nizanim dibêjin ku PKK dê ji yasayan sûd werbigire û meşrû bibe. Erê, bêguman dê wisa be. Ma armanca me bidawîkirina nelegalbûnê nîn e? Wekî ku me dixin şûna zarokan. Wisa nameşe, dê şerê çavgirtî dewam bike, dê heyf be. Vê fêm nakin. Ozal û Erbakan jî ji min re gotin ‘em ji hemû tedbîrên yasayî re amade ne’. AKP çima ewqas israr dike? Ji AKP'ê re hinekî behsa dema borî bikin. Ji berê ve dewlet soza legalbûnê dide me. Lê eger dibêjin qanûn tune ye, ev xapandin e.”
'KURD DI SERDEMA HERÎ BI HÊZ DE NE’
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina 17’ê tebaxa 2013’an de diyar dike ku hikûmet guh dide pêşniyara dewleta paralel ya tasfiyekirinê, wisa bawer dikin ku kurd neçar in, lê dijberî vê kurd di serdema xwe ya herî bihêz de ne. Ocalan desnîşan dike ku teqez dê xwe tasfiye nekin û wiha dibêje: “An em ê çareseriyên stratejîk bi pêş bixin û an jî dev ji mijûlkirinê berdin. Di encama her pevçûnê de aştî heye. Şerê Îstîklalê du sal dewam kir, şehadetê wê ji yên niha kêmtir bûn. Ew ne şerê eşîran e. Her wiha di navbera eşîran de jî peymana aştiyê tê çêkirin. Ka em vê re bibêjin ‘Aştiya Îmraliyê’ û an jî ‘Tifaqa Tirk û Kurdan ya Dîrokî’. Mesele ne meseleya PKK’ê ye, em pevçûnên sedsalî bi dawî dikin. Em di binê siwanekî de çareseriyê pêk tînin û diqedînin. Ger hûn bibêjin ‘Apo û PKK dê meşrû bibin’ hûn ê xirabiya herî mezin li dewletê bikin. Dewleta paralel dikeve dewreyê û xirab dike. Xirabiyê li dewletê dikin û potansiyela şer derdixin holê. PKK hem li hundir hem jî li derve xwedî potansiyela şer a herî mezin a dîrokê ye. Ev ne gef e, cewherê tişta heyî ye. Aştiya watedar bi guhertina zagonî û destûrî (ez di vê mijarê de ecele nakim) pêk tê. Lê ger rê li ber mijarên herî hêsan ya benda hilbijartinê û perwerdehiyê jî neyê vekirin, wê demê li pey tasfiyeyê ketine. Ger hûn li pey tiştên biçûk ên wekî qereqol, HES, cerdevan bin, niyeta we tarî ye.”
AMADEKARIYA YASAYÎ Û BINGEHA SIYASÎ NÎN E!
Abdullah Ocalan di hevdîtina 14’ê cotmeha 2013’an de diyar dike ku bêyî yasayî meşrûbûn nepêkan e û dibêje: “Ji bo çekdanînê divê proje hebe. Em bibêjin yekîneyeke PKK’ê hat. (Berê xwe dide nûnerê dewletê) Yekîne hat, dê nekaribe biçe qereqolê dê bikujin. Nikare biçe dadgehê dê were girtin. Ma di rewşeke wiha de Ocalan çi bike? Kîjan qereqol, kîjan dadgeh, kîjan qanûn? Cezayê muebetê û xistina girtîgehê! Ma ez dikarim tenê PKK’iyekî ji bo vê îkna bikim? Yanê amadekariya yasayî tune, bingeha siyasî tune. Ger em bixwazin PKK’ê bi temamî bêçek bikin gelo ji bo vê amadekarî hene? Berpirsyariya hikûmetê zêde ye.”
ENCAMÊN TIFAQA DIJBERIYA KURD
Rêberê PKK’ê destnîşan dike ku ger ‘Tifaqa Dijberiya Kurd’ dewam bike dê neçarî şer dewam bike û di hevdîtina 9’ê cotmeha 2013’an de van hişyariyan dike: “Ger li Sûriyeyê kurd nebin dê hêzeke super faşîst derkeve holê. Ev Esad nas nakin. Em 20 salan pê re mijûl bûm. Min li ser pişta şêr siyaset kir. Ev dê Tirkiyeyê 50 salan mijûl bikin. Dikarin bi piştgirîdayîna PYD’ê vê asteng bikin. Di dengeyê de hiştina Amerîka, Îsraîl û Esad wiha mimkun e. Em fedakariyeke mezin dikin. Siya Gladio li ser Tirkiyeyê tê hejandin. Ger çareserî bi bingeha yasayî neyê honandin rewşa heyî ji bo komployan guncav e. Ji bo vê yekê, divê bingehek qanûnî hebe. HDP di vê yekê de xwedî rolek mezin e.”
Di heman hevdîtinê de Abdullah Ocalan bi gotinên Serokwezîrê wê demê Erdogan ên di serdana xwe ya Fînlandiyayê de gotibû: “Heta ku heyet li vir bicive em ê qanûnan li meclîsê derbixin” bibîrxistibû û balkişandibû ser bingeha qananî gotibû “Bêyî bingeheke qanûnî ewlehiya kesekî nîn e. Pêvajo nikare ewle be. Ger bingeha qanûnî nebe şert û merc ji bo komployan guncav e.
Ji ber vê yekê, divê bingehek qanûnî hebe. Ger qanûn neyên derxistin nabe. Ma bila biçin qereqolê cezayê muebetê li wan bê birîn? Dozger nekare pêxwazî bike dê sûc bike, Dadger nikare bidarizîne dê sûcdar bike. Leşker dê gulebaran bike, û ger gulebaran neke dê sûc bike. Bi vê yekê ve ew komployê plan dikin. Dewletê jî ev komplo nedît. Min komplo dît û mudaxele kir.”
MA / Ozgur Paksoy