NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin di roja 19’an de didome.
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin di roja 19’an de didome. Çalakiya nobetê bi tevlibûna welatiyên ji Kobanê berdewam kir. Di çalakiyê de ji ewil derdor hate paqijkirin. Welatiyên di çalakiya nobetê de ji ANHA’yê re axivîn û gotin ku ew ê bendavê biparêzin, moralê wan gelek baş e û gotin ku di berxwedana Kobanê ya 10 sal berê de jî cih girtibûn.
Şêniyan dane zanîn ku çi qasî êriş dijwar bin jî ew bendavê terk nakin. Şêniyan destnîşan kir ku bendav ji bo gelemperiya gelê Sûriyeyê destkeftiyek e û parastina wê erkekî nîştimanî ye.
Şêniyan gotin: “Em li vir in da ku ji dewleta Tirk a dagirker re îsbat bikin ku em xwediyê vê axê ne û êriş çiqasî dijwar bin jî em terka axa xwe nakin. Em ê bendavê biparêzin û têkoşînê berdewam bikin heya herêmên dagirkirî rizgar bikin."
Nasnameya welatiyê duh di êrişa dewleta tirk de hatiye qetilkirin hat eşkerekirin. Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku navê welatiyê jiyana xwe ji dest dayî Mihemed Xelîl Hemo ye.