Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê her roj 6 kes tên îdamkirin

  • cîhan
  • 11:06 27 Çile 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Dîrektorê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmûd Mahmood Reza Amiry-Moghaddam, diyar kir ku ku di 5 mehên dawîn de her roj nêzî 6 kes tên îdamkirin. 

Komara Îslamî ya Îranê ji ber cezayên îdamê her tim di rojeva saziyên mafên mirovan de ye. Dîrektorê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmûd Mahmood Reza Amiry-Moghaddam têkildarî cezayên îdamê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û da zanîn ku li Îranê sala 2024’an bû sala binpêkirinên mafan. 
 
Amiry-Moghaddam diyar kir ku sedema îdama tirsandina civakê ye dewleta Îranê dixwaze bi cezayê îdamê ya ji bo Pexşan Ezîzî ve li pêşiya çalakiyên girseyî yên dema qetilkirina Jîna Amînî de hatibûn lidarxistin bigire û wiha axivî: “Em dizanin ku 2-3 sal berê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ tevgerek çêbû, li herêma kurdan û herêmên din yên Îranê jinên kurd bi awayekî çalak beşdarî van çalakiyan bûn. Ji ber vê yekê ji bo di pêşerojê de çalakiyên bi vî rengî pêk neyên li gorî xwe tedbîran digirin. Li gorî hiqûqî di bingeha van îdaman nîn e. Niha cezayê îdama ya ji bo Ezîzî rawestandine, gotin ku dê jinûve li ber çavan derbas bikin û dibe ku dîsa cezayê îdamê bidin. Paşvegavêtina rayedarên Îranê di encama zextên navneteweyî û kampanyayên parazvanên mafên mirovan yên li Îranê û derveyî welat pêk hat.”
 
DI MEHA COTMEHÊ DE HERÎ KÊM 168 KES HATIN ÎDAMKIRIN
 
Amiry-Moghaddam anî ziman ku hersal têkildarî mijarê raporan amade dikin û dê hefteyên bê rapora xwe aşkera bikin û wiha got: “Saziya Mafê Mirovan a Îranê ji sala 2008’an vir ve derbarê darvekirinên li Îranê raporên salane amade dike. Wisa xuya dike ku di mijara darvekirinan de sala herî xirab sala 2024 bû. Me raporên mehane jî weşand. Wek mînak di meha cotmehê de herî kêm 168 kes hatin darvekirin û herî zêde di vê mehê de darvekirin pêk hatin. Nemaze jî di 4-5 mehên dawî de rojane 4-6 kes hatin îdamkirin.”
 
 Amiry-Moghaddam da zanîn ku rejîma Îranê di nav krîzeke mezin de ye, nikare pirsgirêkan çareser bike û ji bo temenê rejîmê dirêj bike îdaman pêk tîne û got, “Di bîra me hemûyan de ye ku DAIŞ'ê dema rêveberiyê bi dest bixe bi înfazên komî dest pê kir û ev dîmen di hişê mirovan de ma. Ji ber vê yekê, cezayê mirinê wek amûrek hêzdar dibînin.  Lê ji aliyê din li Îranê jî li dijî cezayê darvekirinê bertek zêde dibin. Dibe ku we kampanyaya 'Ji Darvekirinê Sêşeman re Na' bihîstiye. Ev tiştekî nû ye ji ber ku bi gelemperî piraniya xwepêşandan û kampanyayan li ser girtiyên siyasî yên ku bi îdamê hatine mehkûmkirin in. Lê niha em dibînin ku xelk jî ji ber sûcên din tên îdamkirin bertek nîşan didin.”
 
JIN TENÊ TÊN HIŞTIN
 
Amiry-Moghaddam got ku têkildarî darvekirinên jinan ÎHR’ê salên derbarê 2010-2014’an de bi navê ‘Li Îranê Jin û Cezayên Îdamê: Perspektîfa Zayenda Civakî’ rapor amade kiriye û bi vê raporê ve xwestine balê bikişînin ser zayenda civakî.  Amiry-Moghaddam da zanîn ku li Îranê bi piranî mêr tên îdamkirin lê cezayên ku ji bo jinan tên dayîn di civakî de balê nakişîne û wiha got: “Mînak ji sedî 70 jinên ku cezayê îdamê li wan hatine birîn ji ber kuştina partnerên xwe tên sûcdarkirin. Dema ku em van dozan lêkolîn dikin, em çîrokên şîdeta nav malê dibînin. Mafê jinan ya devjiberdana mêr tune. Ji ber vê yekê, jinên ku li dijî tundûtûjiya nav malê têkoşiyan, hewl dan ku xwe ji têkiliya destdirêjiyê rizgar bikin. Ji ber qanûn piştgirî nade wan. Jin ji bo xwe biparêzin dikevin nav hewldanan. Wisa kirin ku bûkên zarok neçar man ku ji kesên ku şîdetê li wan dike re bizewicin. Ji ber vê yekê, gelek qanûnên cûdaxwaz û faktorên civakî hene, û ev ji bo jinan cûda ye, ji bo mêran cûda ye. Mînak em dibînin ku jinên ku ji bo darvekirinê tawanbar têne cezakirin, nemaze ji bo sedemên ne siyasî tên sûcdarkirin bi gelemperî ji hêla malbatên wan ve tenê têne hiştin. Toreke ku piştgirî bide wan tune. Em nikarin têkildarî van jinan agahî bigirin, ji ber ku li girtîgehan derbarê wan de kêm agahî tên.”
 
ÎRAN DI ÎNFAZA ZAROKAN DE YEKEMÎN E
 
Amiry-Moghaddam da zanîn ku li Îranê li dijî zarokan jî gelek cezayên îdamê tên dayîn û zarok jî bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Amiry-Moghaddam diyar kir ku zarok beriya 18 saliya xwe bi îdaman re rûbirû dimînin û wiha axivî:  “Îran darvekarê zarokan herî mezin a cîhanê ye. Di 35 salên dawîn de, li cîhanê zêdetirî ji sedî 70 îdaman li Îranê pêk hat. Di mijara cezakirinê de cûdahiyê dixin navbera zarokên keç û kur. Ji bo vê yekê, yek ji pêşniyarên me ev e ku civaka navdewletî zextê li Îranê bikin ku ji bo ceza temenê kamilbûnê wek şert bê danîn. Her wiha divê sînorê zarokbûn û ne zarokbûn bibe 18. Lêbelê, wan heta niha ew qebûl nekir. Li welatek ku mafên mirovan vê astê têne binpêkirin, rewşa zarokan pir xirabtir e.”
 
LI KURDISTANÊ CIVAK BÊHTIR BIRÊXISTINKIRÎ YE
 
Amiry-Moghaddam bibîrxist ku rejîma Îranê piştî çalakiyên ‘Jin Jiyan Azadî’ li herêmên Kurdistan û Belucistanê zext zêde bûne û di dema çalakiyan de bi piranî kurd û belucî hatine qetilkirin. Amiry-Moghaddam diyar kir ku rejîma Îranê jinan wek hemwelatiyên duyemîn dibîne, her wiha ji ber baweriyên xwe kurd û belucî her tim bi zextan re rûbirû dimînin û wiha got: “Li herêma Kurdistanê civak bêhtir bi rêxistinkirî ye. Ji bo cezayê darvekirina Pexşan Ezîzî şermezar bikin grevên mezin pêk anîn. Li gorî herêmên din bêhtir xwe organîze dikin. Ev rayedarên Îranê ditirsîne, ji çalakiyan ditirsin. Ji ber vê yekê ev demeke dirêj li nemaze li Kurdistanê zext zêdetir in. Ji ber fikrên xwe yên siyasî Şîrîn Elemhulî hat îdamkirin. Her wiha cezayên îdamê didin aktîvîstên kurd. Ev jî nîşan dide ku rejîm ji bo tepisandinê bêhtir zextê li civakê dike, lê ez bawer nakim ku rejîm bi ser bikeve.”
 
‘JI SEDÎ 90’Ê ÎDAMAN NAYÊN BIHÎSTIN’ 
 
Amiry-Moghaddam diyar kir ku li Îranê xebatên rêxistinên mafên mirovan tên qedexekirin, ji ber vê yekê nekarin li Îranê xebatan bimeşînin lê li hemberî hemû talûkeyan li Îranê toreke wan a bihêz heye û wiha got: “Dema ku mijar dibe cezayê îdamê, ji sedî 90’ê îdaman ji hêla medyaya fermî an çavkaniyên fermî ve nayên ragihandin. Ew serî li me, li çavkaniyên mafên mirovan ên Îranê didin. Û ji ber parvekirina agahiyan heke kesek were girtin, ew bi cezayên pir giran re rûbirû dimînin. Lê, em dibînin ku bêtir kes bi me re têkilî datînin û têne cem me. Loma jî ez difikirim ku stratejiya tirsê ya rejîmê bi ser nakeve. Lê ji bo me ewlehiya çavkaniyên me ya herî pêşîn e. Em tu carî vê yekê naxin xeterê. Li derveyî Îranê rayedarên Îranê hewl didin me bitirsînin, lê ev yek tu bandorê li xebatên me nake.”
 
Amiry-Moghaddam anî ziman ku niha bala civaka navneteweyî li ser geşedanên navbera Îran û  Îsraîlê de diqewimin e û rejîma Îranê jî ji bo darvekirinan vê weke firsend dibîne. Amiry-Moghaddam herî dawî bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku piştevaniya wan bikin û girîngiyê bidin mijara mafên mirovan. 
 
MA / Hîvda Çelebî
 

Sernavên din

23/02/2025
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin