NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi balafirên şer êrişî gundên Dihokê kir. Di êrişê de 2 welatî hatin qetilkirin.
Dewleta tirk êrişî gundên bajarokê Dînarte ya navçeya Akrê ya bajarê Dihokê ya Herêma Federe ya Kurdistanê kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê; di encama bombebarana balafirên artêşa tirk de welatiyên bi navên Cefer Celal Xalid Zêbarî û Tutê Akreyî ku hevjîn in, jiyana xwe ji dest dan.