AMED - Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar ê ku dema mamoste bû ji ber tevlî xebatên sendîkayan bû hat girtin û serbest hat berdan, diyar kir ku divê desthilat dest ji polîtîkayên ku zirarê dide edaletê berde û got ku ev polîtîka wê bi ser nekevin.
Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar ku di 30'yê Mijdara 2024'an de di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de hatibû girtin, di 13'ê Çileyê de ji Girtîgeha Sîncanê hat berdan. Dundar dema mamoste bû, bi beşdariya çalakiyên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) hat tawanbarkirin.
Dundar anî ziman ku krîmînalîzekirina xebatên wî yên sendîkayî ku bûne sedema girtina wî, antîdemokratîk e. Dundar destnîşan kir ku li Tirkiyeyê saziya herî zêde zirarê dibîne saziya edaletê ye û got: "Em wekî gelên li vê erdnîgariyê dijîn, ji ber vê bêcidiyeta edaletê em gelekî aciz dibin. Divê edalet jiyan û refaha gel hêsantir bike. Operasyonên ku tên kirin dê zirarê bide van têkiliyên baweriyê."
'WÊ BI SER NEKEVE'
Dundar diyar kir ku binçavkirin û girtina wî ne li derî têkçûna AKP'ê ya di hilbijartinên 31'ê Adarê de ye û got: "Nepejirandina îradeya sindoqan tê wateya 'Ya hûn bindestê min in, yan jî ez ê rihetiyê nedim we'. Ev nayê qebûlkirin. Helbet ji berê heta niha nêzîkatiyên antîdemokratîk û darbe hatin kirin, lê di dawiyê de yek ji van pêş neket. Daxwaza me ji hikûmetê ew e ku dest ji van pêkanînên antîdemokratîk berde û ji bo berjewendiya civakê heta ku ji dest tê pêvajoyê bi awayekî gerdûnî binirxîne, polîtîkayên dewletê di ber çavan re derbas bike û heta ji dest tê divê berê xwe bide polîtîkayên gelparêz."