AGIRÎ - Li Agiriyê ji ber zêdebûna bihayên êm û ka, sewalvanî li ber qedandinê ye. Sewalkar Hikmet Adiguzel anî ziman ku ji bêgavî hejmara heywanên xwe kêm kirine.
Agirî ku xwedî deşt, mêrg û mêrgên mezin e, yek ji bajarên ewil e ku di warê xwedîkirina dewaran de tê bîra mirov. Di aboriya bajêr de sewalkarî xwedî cihekî girîng e. Li bajêr 27 hezar û 447 kes li Sîstema Parastina Cotkaran (ÇKS) qeydkirî ne. Li gor daneyên 2023'yan ên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) li bajêr 986 gamêş, 320 hezar û 66 dewar, 67 hezar û 182 bizin û milyon û 309 hezar û 610 mih hene. Di salên dawî de ji ber bandora qeyrana aborî sewalkarî bi qedandinê re rû bi rû ye. Zêdebûna bihayê êm û kayê û zêdebûna mesrefê gubre û lihênêrînê bandoreke neyînî li sewalkariyê kiriye.
MESREF ZÊDE BÛN
Hîkmet Adiguzel (48) ku li gundê Xidirdok ê navçeya Xamûr a Agiriyê sewalkariyê dike got: "Sewalkarî karekî gelekî zehmet e. Lê belê ji ber ku şert û mercên erdnîgariya welatê me rê nade karên din em bi giranî sewalkariyê dikin."
Adiguzel wiha got: "Ji ber hewaya dijwar a bajêr em salê 6 mehan li derve û 6 mehan jî li hundir heywanan xwedî dikin. Îsal min 80 ton ka, 140 ton palp, 200 çewal êm û 50 çewal jî ceh stend. Em di nava rojê de du caran heywanan êm dikin. Her wiha em paqijiya wan jî dikin û pêdiviyên wan ên din jî dabîn dikin."
Adiguzel anî ziman ku lêçûn her sal zêde dibin û wiha got: "Em rojê 900 kîlo ka didin 50 heywanî. Li gel vê em 100 kîlo çm jî didin wan. Her wiha 7 erebokên destan palpê jî didin wan. Ji xeynî vê em 30 kîlo ceh jî didin wan. Îro tonek ka bûye 2 hezar û 500 lîre. Nefel jî bûye 6 hezar û 500 lîre. Ceh bûye 4 hezar û 700 lîre. Em kîsê êm yê 50 kîloyî bi 650 TL'yî dikirin. Fiyetê dermanan li gor par ji sedî sed zêde bûne...."
DIVÊ PIŞTGIRÎ BÊ KIRIN
Adiguzel bilêv kir ku ku desteka dewletê têrê nake û got: "Li herêma me ji bo gamêş û golikan piştgirî tê dayîn. Par 750 TL bû. Tê gotin ku îsal hezar TL hatiye zêdekirin. Tê gotin ku ev îsal kirine hezar lîre. Wê bi kêrî çi bê?"
Adiguzel da zanîn ku pirsgirêka wan a sereke îthalata heywanên zindî û goşt e û wiha got: “Dema îthalat bê kirin, em nikarin heywanên xwe bifiroşin. Mesref zêde bibin, lê em nikarin heywanên xwe bifiroşin. Ji ber vê em tim dixisirin. Mirov êdî nikarin heywnan xwedî bikin. Lewma divê mesref bên kêmkirin û alîkarî bê zêdekirin."