RIHA - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku sedema esasî ya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn zîhniyete û tekane çareseriya vê jî pergaleke demokratîk e. Abdullah Ocalan, li dijî pirsgirêkan balê dikişîne ser paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk.
Pergala netewe-dewletê ku berhema modernîteya kapîtalîst e û ji hêla hêzên hegemon ve li Rojhilata Navîn hat bicihkirin, bi sedan sala ye bûye pirsgirêka esasî ya civakan. Krîza pergalê ya cîhanê ku di salên 1968’an de bi tevgerên ciwanan ên cîhanê dest pê kir, di sala 1989’an de bi hilweşîna Sovyetan kûr bû û di 11’ê Îlona 2001’ê bi êrişa ser Cotqûleyan re hêj girantir bû, gelên Rojhilata Navîn bi tundiyê re rû bi rû dihêle. Dewletên hegemon ên ku îdia dikin dê ji pirsgirêkên heyî re bibin “çareserî”, pirsgirêkên heyî girantir dikin û gelan ber bi nediyariyekê ve dibin. Li hemberî vê kaosê yê ku çareseriyên rizgariyê pêş xistî jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Abdullah Ocalan, di destpêkên salên 2000’î de li hemberî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê paradîgmayek pêş xist û ew paradîgma di roja me de jî weke tekane çareserî disekine.
Abdullah Ocalan ev 26 sal in di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin lê tevî vê jî hildiberîne û hêza xwe ya teorîk û pratîk roj bi roj xurtir dike. Abdullah Ocalan ku piştî 43 salan cara ewil bi şandeya Îmraliyê re hevdîtin kir, ev hêza xwe careke din nîşan da. Abdullah Ocalan di hevdîtina duyemîn a di 22’yê Çileyê de têkildarî Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd nirxandinên berfireh kir û bal kişand ser mudaxileyên hêzên hegemon.
Rêberê PKK’ê hem di paraznameyên xwe de hem jî di hevdîtinên bi malbat, parêzer û şandeyan de Nexşerêya xwe ya ji bo çareseriya krîzên Rojhilata Navîn raber kir. Abdullah Ocalan, di beşa 3’yemîn a pirtûka xwe ya “Parastina Gelekî” de di bin sernavê “Di şaristaniya Rojhilata Navîn de kaos û çareseriyên îxtîmal” de tespîta sedemên krîzên li Rojhilata Navîn kir û rêya çareseriyê nîşan da.
JI BO ROJHILATA NAVÎN ÇARESERIYA GUNCAV
Abdullah Ocalan, diyar kir ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ji serdema Neolotîkê ve didomin û dibêje ku di bingeha van pirsgirêkan de zîhniyet heye. Abdullah Ocalan, got ku ji serdema qralên Sumeran heta niha operasyonên li dijî Kurdan her tim domiyane. Abdullah Ocalan ku sedema pirsgirêkên li Rojhilata Navîn vedikole û cih dide bûyerên girîng ên bandor li dîroka mirovahiyê krine, dibêje ku heta îktîdar û şer baş neyê fêmkirin dê li Rojhilata Navîn çareseriyeke mayinde û rastîn neyê bidestxistin. Abdullah Ocalan dibêje; “Nêzikatiyeke rast a ji bo Rojhilata Navîn dê tenê neyê wateya vekirina deriyê Qutiya Pandorayê; he wiha dê bê wateya ku ‘Keştiya Nûh’ dade Çiyayê Cûdî. Dê jiyaneke nû biafire, hem mirov hem jî ekolojî dê wê demê aj bide. Jiyana heyî ji serî heta binî bi derew û zordestiyê hatiye pêçandin.”
ROJHILATA NAVÎN Û DEMOKRASÎ
Abdullah Ocalan, dibêje ku demokrasî ji bo gelên Rojhilata Navîn biqasî nan, hewa û avê lazim in. Tespîta Abdullah Ocalan a 20 sal berê kiribû ku digot; “Îktîdara dewletê ya li Rojhilata Navîn pêşiya zîhniyetê jî digire, nahêle înîsiyatîfa sivîl di nava civakê de pêş bikeve û bi vê taybetiya xwe pêşî lê digire”, hêj di roja me de jî derbasdar e.
LI ROJHILATA NAVÎN RASTIYA JINÊ
Abdullah Ocalan, diyar kir ku di bingeha dewletê de teokrasî heye û vê nirxandinê dike: “Di tu serdeman de dev ji vê bernedan. Ji şekil zêdetir divê mirov ji bo dewleta teokratîk li cewherê binêre. Ev saziya ku li Rojhilata Navîn li dora perestgeha keşe bilind dibe, hewceye mirov cewhera wê ya îdeolojîk a di hawênê van saziyan de bibîne. Heta ku di zîhniyeta wê de pêbawerî tune be, zehmete ku bi hezaran kesan bi darê zorê bixî xizmeta vê perestgehê. Aliyê pîroz ê dewletê jî ji vê pêdiviyê tê. Dixwaze mîtolojîk dixwaze jî bila xwe bispêre baweriyê, heta bingeha xwe ji zîhniyeta serdest negire, heta rewa nebe, avahiya dewletê saxlem nabe û domdirêj nabe.”
Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku statûya civakî ya jinan a li Rojhilata Navîn, yek ji “sepanên herî zalimane” ya civakê ne û dibêje ku rastiya jinê piraniya rastiya civakê nîşan dide. Abdullah Ocalan, bihêzbûna fîzîkî, ruhî û zêhnî ya jinan weke “hewldana şoreşgeriyê ya herî binirx” dibîne û wiha dibêje: “Çanda Rojhilata Navîn serdemekê, navenda çanda xwedawendan bû. Careke din gihandina jinan a wan nirxên civakî yên pêşketî, xurtkirina wan a ku êdî bikarin biryarên serbixwe bidin û tercîhan bikin, karê herî leheng ê azadiyê ye.”
ÇARESERIYÊN DEMOKRATÎK, AZAD Û WEKHEV
Abdullah Ocalan, daxuyand ku statukoya li Rojhilata Navîn nema dikare bidome û dibêje blokên îktîdarê yên derfetê nadin azadbûna kes û demokratîkbûna civakê, êdî gihiştine sînorên ku pergala kûrewî ya serdest nema dikare ragire. Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku hewldan heye bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin re xwe ji vê kaosê xelas bikin. Abdullah Ocalan, li dijî vê projeyê pêşniyara çareseriyên demokratîk, azad û wekhev kir. Abdullah Ocalan, got ku ji bo civakeke azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk divê zanista civakî jinûve were sazkirin û got: “Heta jin hişyar nebe û heta astekî azadî çênebe, hemû hewldanên din neçarî têkçûnê ne.” Bi vê tespîta xwe Abdullah Ocalan dibêje ku jin, di şaristaniya Rojhilata Navîn de ji bo çareseriyê hêmaya sereke ye.
JI BO XELASIYA JI KAOSÊ SÊ RÊ
Sê rêyên Abdullah Ocalan ji bo xelasiya ji kaosa Rojhilata Navîn pêşkeş dike ev in. “Ya yekemîn; divê statukoya heyî, ‘pergala heyî’ mîna xwe bidome. Êdî dawiya pergala ku bi saya hevsengiyên di sedsala 20’an de hebûna xwe diparast hatiye. Vebijêrka duyemîn; vebijêrka pergala demokratîk a têkel e ku aliyê wê yê pratîk bêhtir li pêş e. Vebijêrka sêyemîn jî; zêdetir weke utopyayeke pêşerojê, civaka azadîxwaziya jinê, ekolojîk û demokratîk e.”
ÎNKARKIRINA DEMOKRASÎ Û SOSYALÎZMÊ
Abdullah Ocalan, dibêje ku civakên ku bêyî dewletê nikarin xwe birêve bibin dê tu caran nekarin azad û wekhev bijîn û wiha got: “Demokrasî û sosyalîzma ku li bendê ne dewlet bide wan, di rastiyê de înkarkirina demokrasî û sosyalîzmê ye. Ev rêbaz di dîrokê de bi sedan caran hate ceribandin, her tim rê li ber bihêzbûna hêzên zextker û îstîsmarkar. Di demokrasiyên ku dewlet weke hêmaya esasî nayê girtin de divê civak bi xwe parastina xwe bike. Milîsên parastina gel li her derê ‘gund, bajar, çiya, çol’ dikarin demokrasî û nirxên gel ji xespkar, zordest û dizan biparêzin.”
NIRXA HERÎ PÎROZ: PARADÎGMAYA AZADIYA JINÊ
Abdullah Ocalan, dibêje ku dikare aboriyeke li ser esasê komun, kooperatîf û hwd. were avakirin. Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêkan jî vê pêşniyarê dike: “Bêkarî ku taybetiyeke esasî ya pergalên kedxwariyê ne, nikarin di civaka demokratîk û ekolojîk de bibin pirsgirêk. Di pergaleke ku li şûna hiqûqê exlaq esas tê girtin, bi perwerdeyeke afirîner re azweriya jiyanê tê de pêşketî, di hundirê xwe de şer nas nake, ev civaka ku têkiliyên xwişk-biratî û dostane tê de serdest, rêya herî rast a sosyalîzmê ye. Heke civaka komunal û pergala etnîk a ku gelên Rojhilata Navîn demekî dirêj jiyayîn bi derfetên zanist û teknolojiyê yên roja me re bibin yek, dê jiyana civaka demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk bibe nirxa herî pîroz a jiyanê.”
MA / Emrullah Acar