SÊRT - Xelkê Sêrtê piştî tayînkirina qeyûm li pêşiya şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. 3 kesên dixwestin derbasî avahiya şaredariyê bibin hatin binçavkirin.
Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên di dema rojnamegeriyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, duh li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Sofya Alagaş. Wezareta Karên Hundir piştî cezayê Sofya Alagaşê, li Şaredariya Sêrtê qeyûm tayîn kir. Piştî tayînkirina qeyûm, polîsan saet di 06.00’ê de avahiya şaredariyê dorpêç kirin, ketin avahiya şaredariyê û xwestin biryara tayînirina qeyûm ji bo Hevşaredar Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî bixwînin. Lê belê hevşaredaran û welatiyên piştî agahiya qeyûm girtin hatin şaredariyê, bi çepik û dirûşma “Qeyûm xesp e” nehiştin biryar were xwendin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî hate pêşiya şaredariyê û bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da. Sabahat Erdogan Saritaş, diyar kir ku ew ê êrişa li dijî vîna gel qebûl nekin û li ber xwe bidin.
BANG LI XELKÊ SÊRTÊ KIR
Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn jî diyar kir ku ew ê xespkirina îradeyê nas nekin û wiha got: “Tevî hîleyan jî me şaredarî bi dest xist. Îktîdara ku nekarî bi dek û dolaban şaredariyê bidest bixe, niha hewl dide xesp bike. Ev gel çû ser sindoqan û hevşaredarên xwe hilbijart. Tişta hatiya kirin, bêrêzî û derbeya li dijî vîna gel e.” Tekîn, bang li xelkê Sêrtê kir ku xwedî li şaredariya xwe derkeve.
Polîsan xwestin welatî û partiyiyên hatin avahiya şaredariyê ji hundir derxînin. Dema welatiyan û partiyiyan bertek nîşan dayin, rastî êrişa polîsan hatin. Hevserokê Navçeya Navendî ya Sêrtê Şernas Çelepkolu, Rêveberê DBP’a Sêrtê Muhammed Polat û xebatkarê şaredariyê Ferhat Toprak hatin binçavkirin. Piştî êrişê, welatiyan li ser Cadeya Doganê ya li pêşiya şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Girseyê dirûşmên “Qeyûm derbe ye na ji derbeyê re” û “Qeyûm dê biçin gel dê were” berz kirin.