NAVENDA NÛÇEYAN - Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya ku weke qeyûmê Şaredariya Sêrtê hate tayînkirin, li ser kursiya meqamê bi xanenavka xwe ya beriya biryara qeyûm amade kiribû, wêne kişand û parve kir.
Duh li Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaşê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn û îro jî li şaredariyê qeyûm hate tayînkirin. Wezîrê Karên Hundir, waliyê bajar Kemal Kizilkaya weke qeyûm li şaredariyê tayîn kir.
Qeyûm Kizilkaya, li ser kursiya meqamê bi xanenavka xwe ya beriya biryara qeyûm amade kiribû, wêne kişand û parve kir.