Ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya Amedê bang

img
AMED - Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ji bo tevlibûna mitînga “Ji bo aştiyê azadî” ku dê li Amedê were lidarxistin, bang krin û gotin ku divê her kes ji bo xwedîderketina li hewldanên çareseriyê yên Abdullah Ocalan di 8’ê Sibatê de li qada mitîngê be. 
 
Bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 8’ê Sibatê de li Qada Stasyonê ya navçeya Rezan a Amedê bi şîara “Ji bo aştiyê azadî” mitîng were lidarxistin. Mitîng dê ji bo vegotina hewldanên çareseriya pirsgirêka Kurd ên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û civakîkirina çareseriyê bê lidarxistin û bangawaziyên ji bo tevlibûna mitîngê jî didomin. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl kolan bi kolan, mal bi mal digerin û girîngiya tevlibûna mitîngê vedibêjin. 
 
DIVÊ PÊVAJO DERBASÎ QONAXA ZEMÎNA DEMOKRATÎK BIBE 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî bi bîr xist ku Abdullah Ocalan beriya niha jî ji bo aştiyê gelek caran gav avêtiye. Îrmez, diyar kir ku ji bo hevdîtinên heyî derbasî qonaxa çareserî û diyalogê bibin, divê pêvajo civakî bibe û ji bo vê jî têkoşîn were mezinkirin. Îrmez, wiha domand: “Ji bo civakî bibe, em bi gel re civînan li dar dixin û niha jî ji bo mitîngê li qadê ne. Em ê mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ li dar bixin. Ev mitîng, ji bo pêşketina aştî û demokrasiyê, ji bo pirsgirêka Kurd derbasî zemîneke demokratîk bibe gelek girîng e. Di serî de gelê Kurd, banga me ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê ew e ku tev li mitîngan û civînan bibin û dengê xwe bêhtir bilind bikin.” 
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Îrmez bi lêv kir ku li cihên xebtatan lê dimeşînin rastî coşeke mezin tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan 26 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Li gel ku di qadeke 12 metrekareyan de jî, di nava hewldanên mezin de ye, berxwedan û têkoşînê mezin dike. Birêz Ocalan, ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane hewl dide û em jî ji bo silavkirina van hewldanên wî, keda wî û xurtkirin û pêşxistina wan em ê li qadê bin, divê tev li mitîngê bibin. Ev yek, mezintirîn berpirsyartiya me ye.” 
 
GEL DÊ PEYAMA XWE LI QADA MITÎNGÊ BIDE 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî got ku ew li her navçe, tax û kolanên Amedê bi şev û roj xebatên xwe didomînin û ev tişt anî ziman: “Di serî de gelê Amedê, tevahiya gelê Kurd ji bo aştî û azadî di demekî herî kin de pêk bê, tişta ji dest tê dike. Gelê Amedê bi sedan sala ye ji bo nasname, ziman û çanda xwe têdikoşe û dê di 8’ê Sibatê de jî li Qada Stasyonê peyama xwe ya aştî û azadiyê bi dengekî herî bilind bigihîne her derê.” 
 
'EM BANGA TEVLIBÛNA MITÎNGÊ LI HER KESÎ DIKIN'
 
Rêvebera MEBYA-DER’ê Menîce Yenî jî got ku divê di mitîngê de peyameke pir xurt were dayin. Menîce Yenî, mitînga di 13’ê Cotmeha 2024’an a li Amedê bi bîr xist û got ku divê her kes bi heman ruhî û coşê xwedî li aştiyê derkeve û biherike Qada Stasyonê. 
 
Dayika Aştiyê Şaîde Gulden jî bi lêv kir ku ji bo çareseriyê divê gav tenê yekalî neyên avêtin û wiha axivî: “Ji bo aştiyê divê gav bên avêtin. Divê her kesên dibêjin ‘ez aştiyê dixwazim, bila xwîn neherike’ divê li dijî vê gav biavêje. Hêvîdarim ev mitîng bibe wesîleya tiştên xweş. Ji bo vê mitîngê hem li navendê hem jî li navçeyan xebateke mezin hatiye destpêkirin. Hêvîdarim ku bi coşeke mezin derbas bibe û em bi mitîngê bi ser kevin.” 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî wiha got: “Ji bo aştî, aramî û azadiyê em banga tevlibûna mitînga 8’ê Sibatê li her kesî dikin. Em bi gelê xwe re bên gel hev û peyamên xwe bigihînin cihên pêwîst.” 
 

Sernavên din

16/05/2025
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin
15:47 Tekmenûray ê piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşînê bidomînin
15:46 Mexmûriyan li dijî ambargoyê çalakî dan destpêkirin
15:35 Derhêner Alî Ozgenturk wefat kir
14:48 Di doza rojnameger Çoban de dê mutalaa bê amadekirin
14:10 Girtiyê nexweş ê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
13:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome
13:22 Bayindir û Bakirhan beşdarî bîranîna Kaytan û Altûn bûn
13:16 Banga ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’ kirin
13:06 Kongreya NADA’yê: Em teşe bidin nexşerêya xwe ya civaka demokratîk
12:43 Bîranîna Kaytan û Altûn: Kevneşopiyeke mezin ava kirin
12:29 Ji çiyayên Wanê ber bir bazaran ve
12:16 Endamê Koma Aştiyê Tunç: Divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên avakirin
11:48 Mûstafa Mesût Tekîk bi bîr anîn: Jiyana xwe fedayî gelê xwe kir
11:09 1’emîn Kongreya NADA’yê dest pê kir
10:58 Danişîna doza 19 rojnamegeran hate taloqkirin
10:46 Girtiya nexweş Fatma Ozbay hate berdan
10:34 Kaytan û Altûn dê li Dêrsimê bi girseyî bên bibîranîn
10:23 Mehek e Kampa Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
10:15 Kolanên Wanê: Dora dewletê ye ku gavan biavêje
09:54 Serokên DEVA û SP’ê yên Amedê: Divê mafên qanûnî yên Kurdan bên naskirin
09:37 ‘Ji bo çareseriyê berpirsyartiyeke cidî dikeve ser milê dewletê’
09:31 Di doza rojnameger Çoban de biryara beraetê hate dayin
09:04 Rojnameger Karabay hate binçavkirin
09:04 Şandeya Mexmûrê hate binçavkirin
09:02 Jinên Koçer konên xwe bi çîtan dixemilînin
09:02 Şahidiya damezirandina PKK’ê kir: Bi kongreya dawî re dê aştî were
09:01 ROJEVA 15’Ê GULANA 2025’AN
14/05/2025
17:03 Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:49 Li Semsûrê navê Onder li kolanekê kirin
14:49 Komxebata di medyayê de astengdar: Em zimanê jehrî biguherînin
14:46 Li Mêrdînê yekemîn çinîna genim a salê
14:31 1’emîn Kongreya NADA’yê sibe li Silêmaniyeyê dest pê dike
14:08 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:06 Bernameya bîranînê ya li Tuzluçayirê di roja 2’yan de ye
14:02 DEM Partiyê têkildarî ‘mafê hêviyê’ bersiv da Tunç
13:53 Bakirhan: Em dixwazin komar demokratîk bibe
13:18 Tunç bersiv da daxwaza ‘Bila Ocalan bi rojnamegeran re hevdîtinê bike’
13:08 HRW: Di mijara sûcên şer de berpirsyartiya Tirkiyeyê heye
13:00 Trump bi El Şara re hevdîtin kir
12:43 Dê kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ bê destpêkirin
12:43 Di lêpirsîna HDK’ê de ji bo 3 kesan biryara tehliyeyê hat dayin
12:19 Gera Trump a li Rojhilata Navîn: Armanc sermayeya Ereban e
11:51 Kalmaz: HDK dê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bike
11:30 Geşedanên ku ji 27’ê Sibatê vir ve qewimîne
11:07 Ahmet Turk: Divê dewlet ji bendewariyan re bibe bersiv
10:25 Ayten Dêrsim: Berpirsyartî dikeve ser milê me
Amed Malazgîrt: Barê li ser milên me giran bû
10:24 Li Amedê pêvajo derî bi derî tê vegotin: Ji 3 hezarî zêdetir serdanên malan hatin kirin
10:17 Bayik: Her gava Rêber Apo avêtiye bi serkeftinê biencam bûye
09:50 Wekîlê Partiya DEVA’yê Ekmen: Divê pirsgirêk li Meclisê bê çareserkirin
09:31 Bernameya bîranînê ya ji bo Kaytan û Altûn diyar bû
09:20 Di 60 saliya xwe de bû xwendekara zimanê xwe
09:19 'Ji bo parastina Kurdî divê polîtîkayeke ziman bê pêşxistin'
09:18 ‘Ji bo zimanê dayikê divê destûra bingehîn bê guherandin'
09:17 Tan: Kurdî heri xweş di zimanê zarokan de bedew e
09:00 ROJEVA 14’Ê GULANA 2025’AN
13/05/2025
16:16 Bakirhan: Ji bo civak ji pêvajoyê bawer bike, îktîdar dikare gavan biavêje
16:06 Ji NY’ê daxuyaniya têkildarî kongreyê: Em amade ne ji bo pêvajoyê bibin alîkar
15:52 Hayatî Kaytan: Em ê vê rêya birûmet bi azadiyê tacîdar bikin
15:33 Kaytan û Altûn li Edeneyê hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bi aştiyê tacîdar bikin
15:28 Ocalan kongreya PKK’ê silav kir, Kaytan û Altûn bi bîr anî
15:07 Îranê di 13 rojan de 96 kes bi darve kir
15:06 Daxwaza ji nû ve darizandina Hatem Ozdemîr hat redkirin
14:58 Kaytan û Altûn hatin bibîranîn: Weke Prometheusên serdemê jiyaneke nû afirandin
14:12 Qubad Talabanî: PKK’ê berpirsyartiya xwe bicih anî
13:21 Ji bo hunermend Pinar Aydinlarê biryara tehliyeyê hat dayin
13:18 Di doza faîlên wê leşker de dozger nexwest ceza were dayin
12:59 Li Tuzluçayirê Kaytan û Altûn hatin bibîranîn
12:50 Bakirhan: Kongreya PKK’ê ji bo çareseriya demokratîk firsend e
12:25 Sozdar Avesta: Encamgirtin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e
12:15 Eşber Yagmûrderelî: PKK’ê gaveke mezin avêt, niha dora dewletê ye
12:04 Girîngiya pêvajoya li Rezanê ji esnafan re hat vegotin
11:51 Navenda Bangê bi Kurmancî dest bi xizmetê kir
11:45 Di 13 salan de tenê 148 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin
11:34 Gera Trump a Rojhilata Navîn dest pê kir
11:32 Xelkê Amedê: Divê Abdullah Ocalan teqez azad bibe
11:14 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Besê Hozat: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê
10:56 Kaytan û Altûn dê li Stenbolê bên bîranîn
10:49 Dogu Ergîl: Êdî hincetên dewletê ji holê rabûn
10:48 Karayilan: Divê di qanûnan de guhertin bên kirin
10:25 Dayik, bav û zarok li heman polê zimanê xwe hîn dibin
09:49 Kartal: Perspektîfa pêvajoya nû sosyalîzma civaka demokratîk e
09:42 Bayramoglû: Pêvajo hêj nû dest pê dike, divê dewlet gavan biavêje
09:26 'Divê Wezareta Dadê mudaxilî pêvajoyê bibe'
09:19 Ji gotina 'Kurdistan mêtingeh e' ber bi damezirandina PKK'ê ve...
09:15 Dayikên Aştiyê: Bila dewlet gav biavêje
09:14 Li Zozana Şivişkiyê dema berhevkirina pincarê
09:14 Nivîskarên Kurd: Yekane armanca me parastina ziman e