WAN -Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku deriyeke firsendê ya dîrokî ji bo Tirkiyeyê vebûye û got: “Ev firsend jî birêz Ocalan e. Di vê firsendê de îxtîmala çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û jiyaneke wekhev a hemû welatiyan heye.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar di çalakiya protestoyî ya Wanê de axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar di serî de bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarê Tetwan a Bedlîsê Mumîn Erol da. Çîgdem Kiliçgun Uçar, got: “Heke hûn Kurd bin, heke hûn di siyaseta demokratîk de israr bikin û heke hûn DEM Partiyî bin dibe ku hûn tavilê bên biçavkirin. Gelê Wanê çawa xwedî li hevşaredarên xwe derketibe dê li Tetwanê jî heman berxwedan bê domandin. Em careke din bang li zîhniyeta binçav kirî dikin; gelê me bi roja ye li kolana ye û gelek hevalên me binçavkirî ne. Rojnamegerên me û welatiyên me yên ji bo parastina şaredariya xwe nobet digirtin hedef tên girtin. Li kîjan devera cîhanê sekna li dijî dizîkeran dibe sûc?”
‘QEYÛM DIZÎ YE’
Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku tayînkirina qeyûman xespkirina vîna gel e û wiha pê de çû: “Belê, qeyûm dizî ye. Weke dizekî li ser wê kursiyê rûniştiye. Lê kesênl li dijî wî derdikevin bi destê darazê tên cezakirin. Em vê qebûl nakin. Cezayê li Abdullah Zeydan hatiye birîn mînaka vê ya herî zelal e. Gelê Wanê bi dengekî bilind Zeydan hilbijart. Lê belê îktîdar hiqûqê binpê dike û hewl dide vîna gel xesp bike. Di nava 11 mehên dawî de 11 qeyûm û di nava 10 salên dawî de jî we 150 qeyûm tayîn kirin. We ji azadiya jinan, nirxên gelê Kurd û ji berîka kedkar û ciwanan dizîn. Baş e lê bi qeyûman re krîza siyasî ya Tirkiyeyê hate çareserkirin? Krîza aborî bi dawî bû? Nîjadperestî bi dawî bû? Berevajî vê, rejîma qeyûm bû mezintirîn astengiya li pêşiya gelên Tirkiyeyê û demokrasiyê. Lê belê êdî qeyûm dê nekarin emrê AKP’ê dirêj bikin.”
‘ÊN ŞAREDARÎ XESP KIRIN DÊ HESABÊ BIDIN GEL’
Çîgdem Kiliçgun Uçar, da zanîn ku hêzên ewlekariyê yên ketin şaredariyê gef li gel xwarine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji gel re gotin; ‘Em ji bo kuştina we hatine.’ Em ji wezîrê karên hundir dipirsin; gelo we ev kes peywirdar kirine?”
‘HEZAR SILAV JI OCALAN RE’
Çîgdem Kiliçgun Uçar, got ku ji bo demokrasiya Tirkiyeyê deriyekê firsendê vebûye û ev nirxandin kir: “Ev firsend, birêz Ocalan e. Ev firsend îxtîmala çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û jiyaneke wekhev a gelan di xwe de dihewîne. Li dijî vebijêrka şer a li Rojhilata Navîn li me tê ferzkirin, îradeyeke xurt a aştiyê ye. Em careke din hezaran silavan ji birêz Abdullah Ocalan re dişînin ku ev firsend ji bo me afirand. Pêdiviya vî gelî ne bi şer lê bi aştiyê heye. Nîqaş û îradeya aştiyê ya birêz Ocalan dane destpêkirin girîng in.”
‘DÊ TÊKOŞÎN BIDOME’
Herî dawî jî Çîgdem Kiliçgun Uçar ev tişt anî ziman: “Tirkiye ji bo gelê Kurd deyndar e. Deyndarên nasnameya Kurdan û azadiya wan in. Çavê me li mafên tu kesekî nînin û em dixwazin tiştên ji me hatine dizîn dîsa bên dayin. Li dijî qeyûman û rejîma zextker em demokrasiyê diparêzin. Dê têkoşîna gelê Kurd bidome. Gelê me serbilind e ku tevî planên têkbirinê, zext û derbeyên qeyûm jî kolan neterikand û îradeya xwe bi tenê nehişt. Li dora hevşaredarên me bû yek û têkoşîna demokrasiyê meşand. Em jî dê paşvegavê neavêjin. Şaredarî yên me ne, ev ax a me ye û ev welat qada hevpar a jiyanê ya me tevan e. Em ê nehêlin tu kes li pêşiya vê bibe asteng.”
Piştî axaftinan, girseyê meş li dar xist.