ŞIRNEX - Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Cengîz Oglagi, bi hinceta ku di sala 2012’an de li Cizîr a Şirnexê çalakiyên kolanan kişandiye hat darizandin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.
Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bi KHK’ê hatibû girtin. Bi hinceta ku di sala 2012’an de li Cizîr a Şirnexê çalakiyên kolanan kişandiye, der heqê nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Cengîz Oglagi de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn hatibû vekirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Oglagi û jina bi navê Belçîm Kalay li Taxa Nûrê ya Cizîr a Şirnexê hatin binçavkirin.
'KÎJAN ROJNAMEGER LI WIR BÛYA DÊ HEMAN TIŞT BIKIRA’
Oglagi, piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê sewqî Edliyeya Cizîrê hate kirin. Oglagi, li Dadgeriya Cezayên Sulhê îfade da û got ku wê demê nûçegihanê DÎHA’yê bû û ev tişt anî ziman: “Cihê qala wê tê kirin pir nêzî mala min e lewma min dengê muzîkê bihîst û ber bi wî alî ve çûm. Ez rojnameger bûm lewma min bi kameraya dest dîmen kişand. Hêjayî nûçeyê bû lewma min kişand. Kîjan rojnameger jî li şûna min bûya dê heman tişt bikira. Tu eleqeya min bi rêxistinê re nîne. Ji bo dîmenan paşve bikişînim tu kesekî tiştek negot û tu kesekî bertek jî nîşan neda. Ji ber ku wan jî dizanî ez rojnameger im. Di bûyereke bi heman rengî ya li ser Cadeya Nisêbînê de min dîmen dikişand lewma der heqê min de lêpirsîn dan destpêkirin. Lê biryara neşopandinê hate dayin.”
Şandeya dadgehê îdia kir ku delîlên şênber hene ku “sûcê endamtiya rêxistinê hatiye kirin” û ji bo Oglagi û Kalay biryara girtinê da. Her du girtî jî şand Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.