WAN - Welatiyên ku piştî tayinkirina qeyûm bertek nîşanî berhevkirina konteynerên çopê dan gotin: "Ji konteynerên çopê jî ditirsin. Çi dibe bila bibe qethiyen em ê vîna xwe teslîm nekin."
Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, hemû konteynerên çopê yên li taxan kom kirin û li qadeke derveyî bajêr kom kirin. Çendî ev konteynerên çopê ji aliyê rêveberiya şaredariyê ya DEM Partiyê ve nû hatibûn stendin jî, qeyûm hemûyan kir xurde. Bi rojan e welatî çopa xwe davêjin kuçeyê. Welatiyên ku bertek nîşanî qeyûm dan gotin bi vî awayî tên cezakirin.
Zumeyra Cîntanê diyar kir ku rakirina konteynerên çopê ji bo gelê Wanê ceza ye û got: “Em bi îradeya xwe diçin ser sindoqan û dengê xwe didin. Em hevşaredrên xwe bi xwe hildibijêrin û tînin şaredariyê, lê ew yekser waliyê xwe tînin û şaredariya ku îradeya me ye desteser dikin. Êrişî hemû ciwanên me kirin. Ev serdem ne wekî din e. Li Wanê 400 kes hatin binçavkirin. Em vê heqaretê qebûl nakin. Em ax in, ew berf in; ew ê bihelin û em ê li cihê ku lê ne bimînin. Ev axa me ye. Me wekî wan xw ebi zorê li cihekî danenî û me zilm nekir. Em edalet û aştiyê dixwazin. Bi artêşê hatin konteynerên me yên çopê birin. Em ê jî çopa xw ebirijînin nava kolanbê, bila werin bibin. Ji tenekeyên çopê jî ditirsin."
Mecbûre Kaçakê got: “Mîna ku ne bes e, ketin malên me û îşkence li zarokên me kirin, konteynerên çopê jî kom kirin. Şaredarî ya gel e. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Êrişî taxê kirin û xwestin bi zorê ez kevirên parkeyî ên li ber deriyê xwe rakim. Ma ez ê çawa kevirên parkeyî yên li ber deriyê xwe rakim? Çopên me li cihê ku wesayît û mirov lê derbas dibin in. Êdî em hew van îşkenceyan tamûl dikin."
Sorgûl Abî anî ziman ku ya ku hatiye kirin zilm e li gelê Wanê û got ku heqareteke mezin li wan tê kirin. Jineke din ku nexwest navê wê bê eşkerekirin got: "Wekî bombeyan nêzî konteynerên çopê bûn. Ma em ê çopên xwe birijînin ku derê? Çi dikin bila bikin em ê vîna xwe teslîm nekin."