Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin

  • rojane
  • 16:50 24 Sibat 2025
  • |
img

WAN - Li 3 navçeyên Wanê li dijî tayînkirina qeyûman çalakî hatin lidarxistin. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê diyar kirin ku ew ê xwedî li vîna gel derkevin û gotin: “Em ê dizan bişînin.” 

Çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê berdewam in. Tayînkirina qeyûman li navçeyên Erdîş, Qelqelî û Payîzavayê hatin protestokirin. Li Erdîşê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî hate dayin. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, di daxuyaniyê de got: “Ew memûrên we tayîn kirin, îradeya vî gelî nînin. Gel, dê îradeya xwe teslîmî van memûran neke. Berxwedana gelê Wanê dê ya li dijî vê zilm û neheqiyê bidome.” 
 
ZEYDAN: EM Ê VAN DIZAN BIŞÎNIN 
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, jî wiha got: “Îradeya her kesekî rûmeta wî/wê ye. Hûn bi biryarên kompasê yên darazê vîna gel talan dikin. Gelê me ev 12 roj in tevî sermayê jî li dijî vê bêrûmetiyê li ber xwe dide. Di sersibehê de şaredariyên gel xesp dikin. Dê ev zîhniyeta xespê her tim bi şermezarî bê bibîranîn. Em ê van dizan bişînin.” 
 
GERGERLÎOGLÛ: TÊKOŞÎNA LI DIJÎ GEL NABE 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Omer Faruk Gergerlîoglû jî got: “Li Wanê kesên dengê xwe nedane DEM Partiyê jî dibêjin ku ya hatiye kilrin zilm e. Banga min ji bo îktîdarê ye; hûn li dijî gel radibin. Bi gel re şer nayê kirin. Tenê xizmet jê re tê kirin. Pirsgirêka Kurd jî we çêkir. Pirsgirêk ne Kurd, hûn in. Em ê her tim li ber van bêhiqûqiyan rabin.” 
 
Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Qeyûmê diz ji Kurdistanê bicehime”, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” û “Qeyûm dê biçe gel dê were” hatin berzkirin. Polîsan mudaxileyî girseya xwest meşê li dar bixe, kir. Demek piştre çalakî bi dawî bû. 
 
QELQELÎ
 
Li navçeya Qelqeliyê ji avahiya DEM Partiyê heta şaredariyê meş hat lidarxistin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Qelqeliyê Burhan Atmaca diyar kir ku tayînkirina qeyûman pêkanîneke li dijî îradeya gele Kurd e.
 
Hevserokê DEM Partiyê yê bajar Veysî Dîlekçî bal kişand ser hevdîtinên ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re tên çêkirin û wiha got: “Armanca polîtîkaya tayînkirina qeyûm nenaskirina vî gelî ye. Rastiya ku her roj herêm ji aliyê aborî ve ber bi paş ve diçe, gendelî her roj zêde dibe. Li cihê ku demokrasî û makeqanûn neyê xebitandin û zagon bên rawestandin tu pêşketin çênabe. Dema ku gel li benda ragihandineke dîrokî ne, armanc dikin ku siyaseteke cudatir bimeşînin. Armanca vê siyaseta hikûmetê ew e ku li vê erdnîgariyê aştî û aramiyê naxwazin. Daxuyaniya birêz Ocalan wê bibe bangeke dîrokî. Ev yek wê ji bo welatê me gelekî hêja be. Em di wê baweriyê de ne ku em ê niha bikevin pêvajoyeke ku hawira şer û pevçûnan bidawî bibe û aştî bê axaftin" 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî wiha got: “Hûn çi dikin bila bikin gelê Kurd serî li ber we natewîne û wê li ber xwe bide. Ev 100 sal in em serî li ber polîtîkayên we yên înkar û tinekirinê natewînin. Piştî vê saetê em ti carî serî natewînin. Îro birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd têdikoşe. Muxatabê sereke yê çareseriya vê pirsgirêkê birêz Ocalan e.”
 
PAYÎZAVA
 
Li navçeya Payîzava jî daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya li navenda navçeyê de Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar axivî û destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman dewama polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên li hemberî gelê Kurd e û wiha got: "Binêrin firsendek li pêşiya me heye. Gotina ku birêz Abdullah Ocalan dê di rojên pêş de bide divê hemû gelan, bindestan û yên ji nedîtî ve tên hembêz bike. Ji bo ku daxwaza aştiyê ya ku xeyala hemû gelan e pêk bê divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê."
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal diyar kir ku AKP'ê ji demên berê ders dernexistiye û wiha got: "Me di encamên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de dît ku gelê me piştgiriyeke mezin da partiya xwe û 14 şaredarî xistin xizmeta gel. Me her tim got ku ev hilbijartin dîrokî ye. Me jî gotina xwe ji bo rê li ber diyalogê veke gotiye. Me got 'bila aştî were', lê îro yên ku bi polîtîkayên şer xwe diafirînin dest datînin ser destketiyên gel. Em careke din soza parastina îradeya gelê xwe didin."
 

Sernavên din

21/03/2025
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide
14:38 Navnîşana Newroza li Stenbolê Yenîkapi ye
14:37 Şaxa ÎHD’ê Îzmîrê rapora binpêkirinên li girtîgehan parve kir
14:36 Di Newroza Wanê de posterê mezin ê Abdullah Ocalan
14:34 Meral Daniş Beştaş: Dixwazin Tirk û Kurd li kêleka hev nebin
14:13 Li Nisêbînê coşa Newrozê: Divê hikûmet gav biavêje
14:08 Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye
14:01 Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye
14:01 CHP’ê banga çalakiyan kir
14:00 Bakirhan: Ev operasyon di heman demê de li dijî me hatiye kirin
13:48 Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin
13:33 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Daxwaza azadiya fîzîkî Ocalan hat kirin
13:24 Gardiyanan milê girtî şikand!
13:05 Cezayê polîsê Şahîn Oner qetil kiribû hate kêmkirin
12:32 Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
12:30 Li Şengalê aloziya ku bi êrîşa Artêşa Iraqê re destpê kir dewam dike
12:24 Ji bo rojnameger Eylem Babayîgît biryara berdanê û cezayê
11:28 HDK: Operasyona binçavkirinê derbeya li dijî vîna gel e
11:25 3 şaredarên Stenbolê binçavkirî ne
11:23 Li 10 navendan Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
11:13 MYK’a DEM Partiyê li Amedê dicive
11:10 Piştî binçavkirina Îmamoglû dovîz û zêr biha bû
11:07 Ozel bertek nîşanî binçavkirina Îmamoglû da
10:58 'Em ê di Newroza Amedê de bersivê bidin banga Ocalan'
10:49 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em ê îradeya gel biparêzin
10:45 Li Wanê gel diherike qada Newrozê