QERS - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: “Ev sepan, nîqaşên ser pêvajoyê jehrî dikin.”
Di 20’ê Sibatê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredardê Qaxizman a Qersê Mehmet Alkan hate birîn û piştre jî li şaredariyê qeyûm hate tayînkirin. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm didomin. Nerazîbûnên xelkê navçeyê yên li dijî tayînkirina qeyûm berdewam in. Bi tevlibûna Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li pêşiya şaredariyê daxuyanî hate dayin. Gulistan Kiliç Koçyîgît, got ku tayînkirina qeyûman êrişeke îdeolojîk e.
Gulistan Kiliç Koçyîgît, destnîşan kir ku AKP ev bû 3 serdem li şaredariyan qeyûman tayîn dike û wiha got: “Rejîma AKP’ê, li ser xespkirinê hatiye avakirin. AKP vê weke rêbazekê dibîne. AKP, bi qeyûman hem çavkaniyên bajaran desteser dike hem jî îradeya gel xesp dike. Qeyûm, di heman demê de êrişeke îdeolojîk e. AKP, tu sindoqên bi ser neketî qebûl nake. Têkçûnê ranagire. Ev nêzikatî, sindoq û demokrasiyê tune dihesibîne. Ne ku sûcekî hevaşedarê me Mehmet Alkan hebû lewma ceza dan, ji bo tayînkirina qeyûm ceza dan.”
'DERDEKÎ AKP’Ê YÊ JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD TUNE YE’
Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha got: “Tevî van hevdîtin û nîqaşan jî AKP gavên naavêje. AKP, li gorî berjewendiyên xwe nêz dibe. Em dibînin ku derdekê wê yê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tune ye. Em dibînin ku yê esasî dixwaze pirsgirêkê çareser bike, birêz Ocalan e. Birêz Ocalan dixwaze rê li ber serdemeke nû û guherîn û veguherînê veke. Perspektîfa çareseriyê ya demokratîkbûna Tirkiyeyê esas digire, perspektîfa ku dê tevahiya Rojhilata Navîn demokratîk bibke, îro bingeha baweriya me ya ji pêvajoyê ye. Em piştgiriyê didin pêvajoyê û banga birêz Ocalan. Em ê esas bigirin. Gavên piştî bangê dê bên avêtin, dê inyeta rast a AKP’ê jî nîşan bidin.”
'TAYÎNKIRINA QEYÛMAN BAWERIYÊ TÊK DIBIN’
Gulistan Kiliç Koçyîgît, bi lêv kir ku tayînkirina qeyûman baweriya gel dişikîne û wiha pê de çû: “Li rexekî tayînkirina qeyûman û li rexa din girtin û binçavkirin û li ya din jî kiriyarên derhiqûqî. Ev yek, baweriya gel dişikînin û rê li ber nebaweriyê vedikin. Ev kiriyar, nîqaşên têkildarî çareseriyê jehrî dikin. Her ku em banga gavavêtinê li îktîdarê dikin, AKP biisrar qeyûman tayîn dike.”
'EM JI BIRÊZ OCALAN BAWERIN’
Gulistan Kiliç Koçyîgît, da zanîn ku ew di mijara pêvajoyê de li pişt îradeya Abdullah Ocalan in û axaftina xwe wiha qedand: “Em ji birêz Ocalan in bawerin ku ji bo pêşeroja gel, bawerî û civakan, ji bo avakirina civakeke demokratîk ev 26 sal in li Îmraliyê têkoşîna aştiyê û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd dimeşîne. Gelê Kurd û derdorên demokratîk bi vî rengî nêz dibin. Lê berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê îktîdarê jî. Divê gavên ku civak jê bawer bike biavêje.”