MÛGLA - Li Herêma Egeyê starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû got: “Li dijî her cureyên polîtîkayên tundiyê yên li dijî jinan û polîtîkayên şer em li qadan bin.”
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navçeya Bodrumê ya Mûglayê bi daxuyaniyekê da. Daxuyanî, bi beşdariya Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû li Qada Şaredariyê hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi têkoşîna azadiyê ya jinan re em aştiyê birêxistin dikin” û dovîzên “Ne edaleta zilam, edaleta rast”, “8’ê Adarê pîroz be”, “Jin, jiyan, azadî” û “Girtiyên siyasî yên jin rûmeta me ne” hatin hilgirtin. Jinan gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bîji berxwedana jinan” hatin berzkirin. Ji Herêma Egeyê gelek jin tev li daxuyaniyê bûn.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di daxuyaniyê de got ku ew ê li dijî her cureyên polîtîkayên tundiyê yên li dijî jinan û polîtîkayên şer di 8’ê Adarê de li qadan bin û got: “Li dijî polîtîkaya necezakirinê ya li dijî kujerê Pinar Gultekînê em li Mûglayê ne. Îktîdara niha, van hovan diparêze. Em li dijî cînayetên jinan, li dijî îktîdara faîlan diparêze serî radikin.”
‘EM Ê JI BO AZADIYÊ TÊBIKOŞIN’
Halîde Turkoglû, destnîşan kir ku daraz veguheriye çoyê îktîdarê û wiha pê de çû: “Zilam tundiyê li jinan dikin lê daraz dibêje ‘tundî tune ye, sedemên mafdar ên ji bo tundiyê hene.’ Baş e lê dema jin li dijî tundiyê xwe diparêzin hûn çima nabêjin ‘tehrîka neheq tune ye, xweparastin maf e.’ Tevî ku jin rastî tundiyê tên jî ev tundî jinedîtî ve tê dîtin. Heta demokrasî neyê û wekhevî çênbe dê pirsgirêkên vî welatî çareser nebin. Em dibêjin ku heta jin azad nebe civak azad nabe. Îktîdar, jinan tenê di nava malê de dibîne. Biryarê dide ka dê jin çend zarokan bînin. Lê hem beden hem jî îrade ya me ye. Ji bo em bi nasnameya xwe azad bijîn dê têkoşîna me bidome.”
‘HEVSEROKATÎ XETA ME YA BINEVŞ E’
Halîde Turkoglû anî ziman ku “sozên” îktîdarê heta niha dane jinan rast nînin û axaftina xwe wiha qedand: “Weke jinan em ê ji kesên keda me xesp dikin re bibêjin, ma hûn keda me nabînin? Modelên we weke kedxwariyê li jinan vedigerin. Naxwazin jin derkevin qada cemaweriyê û biaxivin. Dibêjin bila jin hilbijêrin lê neyên hilbijartin. Em vê ji siyaseta qeyûm dizanin. Dê têkoşîna me ya li dijî pergala kedxwariyê bidome. Li dijî siyaseta qeyûm em dibêjin ku pergala hevserokatiyê xeta me ya binevş e. Em ê destkeftiyên xwe biparêzin.”