* Nivîskar Nurettîn Aldemîr bal kişand ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Di demeke nêz de divê mafên kurdan ên çandî û siyasî, bi taybetî jî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, bi qanûnan bê qebûlkirin."
* Parlamentera berê ya HDP'ê Huda Kaya bal kişand ser banga Rêberê PKK'ê Ocalan û got: "Divê ji bo jiyaneke birûmet di rêya ber bi encamekê de gaveke berbiçav bê avêtin."
* Sekreterê Giştî yê 2021 Tum Emeklîlerê Alî Surucu diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd wê bandoreke erênî li ser teqawidan bike û got: "Eger ev pirsgirêk çareser bibe, herî zêde em teqawîtbûyî em ê jê sûd wergirin."
* Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1338’an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)
* Şaxên ÎHD’ê yên Amed, Êlih û Îzmîrê û Xizmên Windakiriyan dê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên darizandin” li dar bixin. (12.00-13.00)
* Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş dê di hefteya 545’an de li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin. (13.30)
*Çalakiya “Rûniştina F” ku Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê her hefteyê ji bo girtiyên nexweş li dar dixe, di hefteya 673’yan de li pêşiya avahiya şaxê were lidarxistin. (13.30)
* Dê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. (12.00-14.00)