Tuncer Bakirhan: Muxatabekê banga dîrokî jî Meclis e

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna PM’ê ya partiya xwe de axivî û got: “Bang hate kirin. Divê êdî sererastkirinên hiqûqî û siyasî tavilê bikevin meriyetê. Meclis jî bi roleke mezin re rû bi rû ye. Yek ji muxatabên vê bangê jî Meclis e.”

Lijneyên rayedar ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê a Gelan (DEM Partî) piştî banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biryara civînê dan. Meclisa Partiyê (PM) û hevserokên bajaran bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li navenda giştî ya partiyê ya li Balgatê civiyan. Sibe jî dê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) li avahiya li Buklumê bicive. 
 
Tuncer Bakirhan beriya civînê axivî. Bakirhan, bal kişand ser meha Remezanê û hêviya aştî û xwişk-biratiyê kir. 
 
BANGA DÎROKÎ YA ABDULLAH OCALAN
 
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Banga jinûveavakirinê û veguherînê kir. Bang kir ku bi rê û rêbazên nû yên demokratîk li ser zemîna demokrasiyê pêvajo pêş bikeve. Girîng bû. Xwest êdî pêvajo ji zemîna şerê 50 sal in didome derbasî zemîna demokrasiyê bibe û pirsgirêk bi rêyên diyalog û muzakereyan çareser bibe. Bangekî girîng û erênî bû.” 
 
DÊ LI SER NEXŞERÊYÊ NÎQAŞ BÊN KIRIN
 
Bakirhan, diyar kir ku ew bangê gelek watedar dibînin û got: “Navê bangê jî gelek girîng bî. Banga ‘aştî û civaka demokratîk’ bû. Em jî civîna ewil a piştî vê bangê li dar dixin. Ji ber ku di bangê de ji bo guherîn û veguherînê tenê bang li îktîdarê nayê kirin, li partiyên siyasî, li me û li her kesî dike. Serdema nû dê bibe serdema guherîn û veguherînê. Em ê nexşerêya wê jî îro di civîna PM’ê de nîqaş bikin. 
 
DIVÊ PÊVAJO CIVAKÎ BIBE
 
Em ê li ser nêzikatî, çalakî, gotin û polîtîkayên xwe yên serdema nû nîqaş bikin. Ji bo pêvajo civakî bibe weke DEM Partiyê em ê li her derên em lê birêxistinkirî yan jî ne bi rêxistinkirî çalakiyan li dar bixin û ji bo rast bê fêmkirin û bigihije asta tê xwestin, nîqaşan bikin. Me îro PM’a xwe ji bo mezinkirina hêviya çareserî û aştiyê civand. Lê hewceye tiştekî zelal bikim; em hemû rêhevalên xwe yên bi keda xwe bûn wesîleya vê pêvajoyê û niha ne di nav me de ne jî bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Em soz didin ku dê ked û bedela wan bi aştiyeke birûmet tacîdar bikin. Dixwazim silavekî jî ji birêz Ocalan re bişînim. Ji ber ku tevî hemû rewşên neyînî, tevî zimanê jehrî û gefan jî wî ev roj afirand. Kedek a wî ya mezin heye. Em silavên xwe ji birêz Ocalan re dişînin ku bi vê bangê zemîna nîqaşkirina aştiyê ya li Tirkiyeyê ava kir. 
 
DIVÊ DESTÊ HATIYE DIRÊJKIRIN LI HEWA NEMÎNE 
 
Em ê bixebitin. Gelên Tirkiyeyê piştî ewqas êşan êdî aştiyeke birûmet heq dikin. Divê aştiyeke birûmet teqez bê vî welatî. Banga birêz Ocalan jî mudaxileyekî wêrek û dîrokî ya vê rabûrdiya biêş e. Dixwaze têkiliyên Kurd û Tirkan ên rê li ber êşê vekirine jinûve sererast bike û ji bo vê gavê diavêje. Di esasê xwe de banga birêz Ocalan ne bangekî nû ye. Raya giştî jî pê dizane, ji salên 93’yan heta niha gelek caran bangên bi heman rengî kir û nexşerê eşkere kir. Lê mixabin ev bang û nexşerê hatin paşguhkirin. Carnan rastî sabotaj û provakasyonan hat û xera bûn. Tevî van rewşên neyînî û sabotajan jî ev bang hate kirin û ev yek nîşaneya seknekî biryardarî û sebrê ye. Divê ev bang vala neçe û destê hatiye dirêjkirin li hewa nemîne. Ji bo vê jî herî zêde peywir dikeve ser milê PM ya me. Peywir dikeve ser milê muxalefet û îktîdarê. Heyf e ku ev bang tenê weke bangekî bimîne. Divê seknekî li gorî wate û girîngiya wê were rabekirin. Ev peywira me tevan e. 
 
SERERASTKIRINÊN HIQÛQÎ ÊDÎ FERZ E 
 
Ji bo bang veguhere bangên şênber, êdî sererastkirinên hiqûqî û siyasî ferz e. Li benda bangê bûn û vaye bang hate kirin. Piştî bangê, rêxistinê bersiveke erênî û pozîtîf da. Hewceye sererastkirinên hiqûqî û siyasî tavilê bikevin meriyetê. Divê neyên taloqkirin. Divê hincet neyên nîşandan. Di vê mijarê de roleke dîrokî dikeve ser milê Meclisê jî. Belkî jî di van 50 salan de Meclis bi lîstina roleke pir girîng re rû bi rû ye. Mûxatabeke vê bangê jî Meclis e. Ji bo gav bên avêtin û ji bo sererastkirinên qanûnî û makezagonî Meclis zemîneke gelek girîng e. Hêvîdarim di rojên pêş de Meclis di vê mijarê de bikeve nava hewldanan û sererastkirinên pêwîst bike. 
 
DEMA NIVÎSANDINA ÇÎROKEKE NÛ YE
 
Em di serdema nivîsandina çîrokeke nû de ne. Îro bêhtir derfet hene ku em çîrokeke tê de şer tune ye, mirov jiyana xwe ji dest nadin, aboriya welêt vala vala nayê xerckirin û mirov bi hev re û wekhev dijîn binivîsin. Lewma gelek biqîmet e. Divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Ev pêvajo bi çepik û rexneyan nameşe. Em li çepikan dixin lê peywirên mezin dikevin ser milê me. Divê em van baş bicih bînin û bêhtir bixebitin. Yên ku divê ji duh bêhtir bixebitin hûn endamên PM’ê û hevserokên me yên bajaran e. Ma li dijî çi tiştê vê banga ku dê êşên 50 sal in didomin bi dawî bike û şer bi dawî bike derdikevin? Tenê sedemekê ve dibe ku hebe, ew jî dibe ku hin kes ji pêvajoya şer û êşê rantê dixwin. 
 
DÊ WELAT BI SER KEVE
 
Tu luksa kesekî nîne vê pêvajoyê têk bibe. Ev bang, berpirsyartiyeke mezin dixe ser milê her kesên Tirkiyeya demokratîk dixwazin. Bila kesek ji vê berpirsyartiyê nereve. Pêşîlêgirtina vê pêvajoyê, bi rastî jî dê bibe xerabiyeke pir mezin a li dijî gelê Tirkiyeyê. Divê ev bang teng neyê destgirtin û ji bo berjewendiyên teng ên partiyî neyê bikaranîn. Ev dê bibe xerabiyeke mezin. Bangekê ku pêşeroja hevpar esas digire baş e, divê mirov pîroz bike û piştgiriyê bidê. Ev bang mirov bi kelecan dike. Dê aştî bi me tevan bide qezenckirin. Dê bi Kurdan bide qezenckirin. 
 
Ji ber ku zilma herî mezin li Kurdan hate kirin û sepanên herî dijdemokratîk li dijî wan hatin kirin. Ne tenê bi Kurdan, bi Elewiyan û hemû bawerî û kedkaran jî dê bide qezenckirin. Ji ber ku 3-4 trîlyon dolarên vî welatî ji bo parastin û ewlehiyê tên xerckirin. Bi hatina aştiyê re ev budçe dê ji bo kedkar, teqawid û her aliyên civakê bên xerckirin. Cara ewil e dê welatê me ji gelek aliyan ve qezenc bike. Xwedîderketina li bangê, peywira her kesên welatparêz e. 
 
BANG LI BAHÇELÎ KIR
 
Heke pêvajoyeke xapandinê nebe, divê êdî zimanê klasîk û gotinên klîşe ji muxataban re neyên kirin. Di serî de dixwazin vê ji her kesî re bibêjim. Herî zêde jî dixwazin ji îktîdarê û endamên wan re bibêjim. Her wiha em helwesta Bahçelî ya li dijî bangê û helwesta PKK’ê biqîmet dibînin. Duh got; ‘Em ê destûrê nedin ev bang were têkbirin.’ Ev biqîmet e. Belê birêz Bahçelî, destûrnedayina vê bi temînatên demokratîk û hiqûqî yên ku dê ruhê biratiyê biparêze dibe. Lewma jî divê temînatên hiqûqî tavilê bikevin meriyetê. Ji ber ku her pêvajo ji enfektebûnê re musaîd in. Di demên berê de jî hate dîtin û di tecrûbeyên cîhanê de jî li ber çav e. Divê ev pêvajo neyê dirêjkirin û neyê enfektekirin. Yek j berpirsyartiya mezin a dikeve ser milê me tevan jî ev e.”  
 
Piştî axaftinê, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya. 
 
 

Sernavên din

22/03/2025
09:05 Endamên Komeleya Kurdistan a Fransayê: Azadiya Ocalan ji bo her kesî girîng e
09:02 HDK'ê Serokê Giştî yê CHP'ê Ozel vexwend Newrozê
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2025'AN
21/03/2025
19:43 Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
17:00 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin
17:00 Newroza Amedê bi banga ‘Azadiyê’ bi dawî bû
16:41 Karayilan: Ji bo kongre bicive divê êriş bisekinin
16:35 Ji bo Newroza Îzmîrê bangewazî
16:28 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila kesek hesabên şaş neke, divê Ocalan azad bibe
15:48 Enqere ji bo Newrozê amade ye
15:44 Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt