NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê ragihand ku tevî biryara agirbestê jîd ewleta tirk 828 êriş pêk anîne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dewleta tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî nûçeya ANF’ê; tevî biryara agirbestê ya PKK’ê jî êrişên hewayî û bejahî yên dewleta tirk ên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in.
Hat ragihandin ku dewleta tirk 828 caran êriş birin ser HPG’ê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku HPG’ê jî di çarçoveya mafê rewa yê xweparastinê de bersiva êrişan daye.
Têkildarî kitekitên êrişan ev agahî hatin parvekirin: “Di vê demê de ku hêzên me di pozîsyona agirbestê de ne, li Herêma Garê ji Qela Saddam û Bakirmanê ku di bin kontrola PDK'ê de ne, balafirên keşfê yên biçûk têne rakirin û li ser qadên me yên gerîla bi şev û roj keşif tê kirin. Bi agahiyên ji vî karî têne bidestxistin qadên gerîla têne bombekirin. Ev karê ku ewlehiya hêzên me dixe metirsiyê divê bê rawestandin. Eger neyê rawestandin ji bo ewlekariya xwe, wê mafê me be ku li devera ku jê rabûne bersivê bidin. Em radigihînin ku ji bo berjewendiyên me yên neteweyî divê dawî li vê yekê bê anîn.”