QERS - Gelê Qersê ku piştgirî da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got: "Pêkanîna vê bangê êdî bi temamî dikeve ser milê dewletê ku xwe demokratîk bike û veguherîne."
Qersiyan diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de hat dayîn û li bendê ne ku dewlet demildest gavan bavêje. Qersiyan got ku tevgera kurd erka xwe pêk aniye û divê dewlet beriya her tiştî ji bo Abdullah Ocalan pêwendiyê bi tevgera xwe re deyne şert û mercên pêwîst peyda bike.
Mehmet Çadaroglu (59) der barê hestên ku dema bangawaziyê hat ragihandin de wiha got: "Dema me wêne dît û bang bihîst em gelekî hestiyar bûn. Demeke dirêj bû me nedîtibû. Hemû gelê me gelekî hestiyar bû. Hinek ji me giriyan. Dema ku gelê kurd mirovê jêr e dibêjin 'Rêberê min' pîr bûye, pir xemgîn bû. Lê fikirên wî û helwesta wî dîsa kelecaneke mezin afirand. Gel pê bawer e. Gelê kurd bi aştiyê jî dizane. Şer dît, rûxandin dît, windahiyên wî çêbûn, lê cîhanê jî baş dixwîne û dibîne. Bi vî awayî xwe bi rêxistin kiriye. Bangawazî gelê kurd û tirk elqedar dike. Ez bawer dikim ku wê bandorên erênî çêbibin. Ji bo ev bangawazî pêk bê, divê dewlet xwe bi temamî demokratîk bike. Ger xwe demokratîk bike û gavan bavêje wê wateyekê li vê bangawaziyê bike."
Mehmet Yurilli (62) da zanîn ku dema banga Abdullah Ocalan bihîstiye ew gelekî kêfxweş bûye û got: "Em kêfxweş bûn ku rewşa wî ya tenduristiyê baş e, lê ji aliyê din ve dema min dît pîr bûye ez xemgîn bûm. Ji aliyê bedenî ve pîr bûye, lê me dît ku helwest û fikrên wî jî wekî salên berê zelal û bi biryar in."
Yurilli da zanîn ku ev bang bangeke ku ji bo serdemê pêwîst e û got: "Tevahiya Rojhilata Navîn, cîhanê û Tirkiyeyê digire nava xwe. Di warê demokratîkbûyînê de bangawaziyeke girîng û wêrek e. Bi daxuyaniyên birêz Abdullah Ocalan ên ji sala 1993'yan û vir ve hevdem e. Eger di wan salan de aştî pêk bihata, wê evqasî windahiyên aborî nebûna. Mixabin bangawaziyên kurdan yekalî man. Êrişên li ser kurdan dest pê kirin. Îşkence, cinayetên kiryar nediyar, şewitandina gundan... Tevî vê jî kurdan tim doza aştî û demokrasiyê kir. Lewma îro xwedî li vê bangawaziyê derdikevin û ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê têdikoşin. Kurd ji bo aştiyê amade ne, lê ya girîng gelê kurd û dewlet gavan bavêje."
Omer Emîn Derecî (65) ku bi eslê xwe ji Rîzeyê ye lê li Qersê dijî, diyar kir ku ji 17 saliya xwe ve xwe wekî şoreşger pênase kiriye. Derecî diyar kir ku ev bang paralelî geşedanên li Rojhilata Navîn e û wiha got: "Ev bang bangeke çaverêkirî bû. Geşedanên li Rojhilata Navînê ev bang pêwîst kirin. Bang hat kirin, lê ji bo pêşerojê fikarên min hene. Pêwîst e pêvajo hinekî vekirîtir be. Bi bangawaziyekê wê aştî neyê. Têkoşîn divê, muzakere divê û piştre wê aştî pêk were."
Derecî destnîşan kir ku ji bo ev bangawazî pêk were divê gavên demokratîk bên avêtin.
'AŞTÎ YEKALÎ NABE'
Fazil Adali jî da zanîn ku ev bangawazî ew gelekî kêfxweş kiriye û got: "Em êdî şer naxwazin. Em aştî, wekhevî û azadiyê dixwazin. Ji vê bi rûmettir tiştek nîne. Ji bilî vê tu daxwazeke me ya din nîne. Kurdan banga pêwîst kir. Divê dewlet êdî gavan biavêje. Aştî bi agirbesteke yekalî pêk nayê. Aştî yekalî nabe."
MA / Omer Akin