ESKÎŞEHÎR - Ji jinên ciwan Ceren Leventoglû banga û 8’ê Adarê kir û got: “Li dijî mobîng, kedxwarî, tacîz û tundiya mêr, ji bo ji Gulhanê re edaletê bixwazin û ji bo aqûbeta Rojîn Kabaîşê em bipirsin em li qadan bin.”
8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê nêz bû û jinên ciwan amadekariyên daketina qadan dikin. Jin dê li Eskîşehîrê saet di 17.00’ê de li pêşiya Esparkê bên gel hev û bi rojeva serhildan û têkoşînê li qadan bin.
Ji jinên ciwan Ceren Leventoglû serpêhatiya Gulhan Albayrak a li pêşiya mala xwe bi 7 guleyan hatiye qetilkirin bi bîr xist û got: “Dewleta mêr an jinan di malê de dîl digire an jî mehkûmî mercên xebatê yên bêtemînat dike. Dadgeh jî faîlan bi polîtîkaya necezakirinê xelat dike. Li dijî mobîng, kedxwarî, tacîz û tundiya mêr, ji bo ji Gulhanê re edaletê bixwazin û ji bo aqûbeta Rojîn Kabaîşê em bipirsin em li qadan bin. Jin mecbûr in dakevin qadan.”
'DIJMINATIYEKE BIRÊXISTINKIRÎ HEYE’
Senem Çelîk jî bal kişand ser têkoşîna xwendekarên zanîngehê yên jin û got: “Xwendekarên zanîngehan ên jin di serdema perwerdeyê ya par de berxwedaneke mezin raber kirin. Ji mînakên berê ve em dizanin ku dema milê xwe dan milên hev destkeftiyan bi dest dixin. Sala 2025’an, bi daxwaza ‘sala malbatê’ ya rejîma qesrê ve dest pê kir. Li dijî me dijminekî rêxistinkirî heye û divê em jî xwe birêxistin bikin û piştevaniya hev bikin.”
BANGA DAKETINA QADAN
Bahar Beytekîn jî anî ziman ku komkujiyên li dijî jinan roj bi roj zêde dibin û tundiya zilaman derketiye lûtkeyê. Bahar Beytekîn, axaftina xwe wiha qedand: “Li dijî êrişên ser jiyan û bedenên me, em ê serî rakin, mil bidin milên hev û piştevaniyê mezin bikin. Ev peywira me ye. Weke jin û LGBT+ em bi dirûşma ‘Em di 8’ê Adarê de hene, em li vir in, li qadan e’ derketin rê. Ji bo mezinkirina piştevaniya jinan, em ji kampusan, ji wargehan û ji malan dadikevin qadan û ji bo dengê xwe bilindtir bikin tên gel hev. Ji bo em vê salê ji ‘sala malbatê’ derxînin û veguherînin sala serhildan û têkoşînê, em bang li hemû jinan dikin ku piştevaniya hev bikin û em bi hev re dakevin kolanan û bimeşin.”