Peyama Ocalan a ji bo gelê Wanê: Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim

img

WAN - Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan di mitînga fînalê ya Wanê de axivî û got: “Birêz Ocalan, silavên taybet ji Dayikên Aştiyê û gelê Wanê re şand. Got; ‘Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim.’” 

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Wanê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Li dijî qirkirinan em serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” mitînga fînalê tê lidarxistin. Mitîng, bi axaftinan didome. Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan derket ser dikê û axivî. 
 
Pervîn Buldan, di serî de 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û wiha domand: “Em li vir careke din zîhniyeta ku bi sala ye hewl dide têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan têk bibe û keda wan nabîne, şermezar dikin. Min peyama birêz Abdullah Ocalan ji bo xelkê Wanê ku îradeya wan hate xespkirin anî. Ev 8’ê Adar e cuda ye. Nirxandinên birêz Ocalan ên têkildarî jinan û banga wî mohra xwe li vê 8’ê Adarê da. Di 27’ê Sibatê de bangekî dîrokî hate kirin. ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ di heman demê de ji bo jinan û ciwanan bû. Divê em tevek xwedî lê derkevin ku xeyalên me mezin dike. Di vê bangê de bendewariya herî mezin ji jinan e. Ji ber ku ji bo jinan zayînek e. Lewma em ê pir xurt xwedî li vê bangê derkevin. Em ê bibin yek û xwedî li pêvajoyê derkevin.” 
 
‘DORA AVÊTINA GAVÊN QANÛNÎ YE’
 
Bi domdarî Pervîn Buldan anî ziman ku bi sala ye êş û bedelên giran hatine dayin û wiha pê de çû: “Her yek ji me hezkiriyên xwe, zarokên xwe winda kirin. Em êdî naxwazin zarok û hezkiriyên me bikevin bin axê. Lewma bila kesek nekeve pey sabotekirina vê pêvajoyê. Bila kesek xeletiyan neke, xelet nefikire û biryarên xelet nede. Me ji bo pêşî li siyaseta demokratîk vekin bi salan li ber xwe da. Rêya siyaseta demokratîk, bi xespkirina îradeya bajarekî nayê vekirin. Bi girtina pora jinan û kaşkirina wan a li nava kolanên Wanê venabe. Her kes mecbûr e vê hesasiyetê nîşan bide. Bendewariyên me hene û divê li gorî van bendewariyan jî gav bên avêtin. Divê demek beriya demekî qanûn bên derxistin, çarçoveyek jê re bê çêkirin, reform bên kirin û bi komeqanûnan re pêvajo bê misogerkirin. Hesasiyeteke bi vî rengî heye. Ji bo banga aştî û civaka demokratîk pêk bê, avêtina van gavan gelek girîng e.” 
 
JI OCALAN JO BO WANÊ PEYAMA TAYBET 
 
Di berdewamê de Pervîn Buldanê anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Dayikên Aştiyê û gelê Wanê peyameke taybet şandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan, ji bo dayikên me yên aştiyê û gelê Wanê peyameke taybet şand. Got; ‘Ez rêzê ji bo îradeya ku her 14 şaredarî bi dest xistî  digirim.’ Wan, bajarekî birîndar e. Hevşaredarên me ji peywirê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Gelê Wanê bertekeke mezin nîşan da. Hevalên me yên di zindanan de gotin ku ew bi pêvajoyê re ne. Di her serdanan de kesên em pê re hevdîtinê dikin qala hesasiyetên pêvajoyê dikin û wate nadin tayînkirina qeyûman. Em di wê baweriyê de ne ku dê her tişt baştir bibe. Em careke din dibêjin ku divê hevşaredarên me dîsa li peywira xwe vegerin. Bi paşvevegerandina li peywirê ya hemû hevşaredarên me dê ji bo pêvjaoyê jî sûdewer be. Azadbûna hevalên me Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Bekir Kaya û hevalên din ên hêja dê ji bo pêvajoyê sûdewer be. Divê hesasiyet û bendewariyên gelê Kurd esas bên girtin. 
 
Gelê Kurd dibêje; ‘Bila îradeya me neyê xespkirin. Em perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin. Bila nasnameya me were naskirin.’ Lewma jî divê di mijara hesasiyeta vê pêvajoyê de her du alî jî baldar bin. Kurd, Tirk û her kes divê xwedî li vê pêvajoyê derkevin da ku em bikarin aştiyê bînin. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku ne Tirk ne Kurd divê tu kes canê xwe ji dest nede. Em Kurd û Tirk mecbûr in mil bidin milên hev. Em mecbûr in li rex birêz Ocalan cih bigirin û piştgiriyê bidin. Em mecbûr in vê pêvajoyê derbasî qonaxa aştiyê bikin. Hêviya me ya ji gelê Wanê jî ev e. Bila serê kesek gumanan nebe. Divê her kes bizane ku birêz Ocalan xeletiyan nake û divê her kes birêz ocalan baş nas bike.” 
 

Sernavên din

30/03/2025
16:12 Mahîr Çayan û rêhevalên xwe hatin bibîranîn
15:59 Malbatên YBŞ’iyan ji 14 welatan re name şandin
15:47 Mehmet Latîfecî hat bibîranîn: Di têkoşîna gelen de dijî
13:02 Gorên Rojîn Kabaîş û Narîn Guranê hatin ziyaretkirin
12:59 Tevî agirbestê jî êriş berdewam in
12:49 Goristana Gaziyê hate ziyaretkirin: Em ê têkoşînê mezintir bikin
11:44 Hevberdevkê HDK’ê: Mesele ne CHP pirsgirêka demokrasiyê ye
11:30 Tulay Hatîmogûllari, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî
11:02 CHP’ê kampanyaya îmzeyan li Trabzonê da destpêkirin
11:00 Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta ‘Sosyalîzm û Jin’ derket
10:58 Sabrî Ok: Dewletê gavên pêwîst neavêt
10:32 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:14 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Heta şalter neyê xwarê rewş naguhere
09:50 Ciwan: Em bi ruhê Newrozê li Amarayê bin
09:49 Xwendekarên Zanîngeha Anadoluyê: Dê boykot bidome
09:24 Yilmaz ê DBP’î: Divê rejîma taybet a li Îmraliyê biguhere
09:10 Mehmet Ocalan ji bo 4’ê Nîsanê bang kir
09:00 Bavê 2 HPG’iyên cenazeyê wan nehatine dayin: Divê dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 30’Ê ADARA 2025’AN
29/03/2025
17:52 Polîsên ku îşkence kirin, li parêzer ku îşkenceyê bi belge kir jî xistin!
17:35 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin: Em ê têkoşîna wan bidomînin
16:54 Li Helebê li dijî qirkirina elewiyan meşiyan
16:48 Amedspor, bi 3 puanan ji deplasmanê vegeriya
16:21 Bi sed hezaran kes herikîn Maltepeyê
16:17 Xwestin girtiyên nexweş Ok û Oztel bên berdan
15:26 Ji TJA'yê banga ji bo 4'ê Nîsanê
15:22 Piştî 32 salan hat berdan
14:40 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Alî Karagoz pirsîn
14:21 Hem aqûbeta wan hem jî kiryarên wan ne diyar e
13:28 Ji Hevserokên Giştî peyama cejnê
12:23 Li Îzmîrê li fabrîkeyekê teqîn: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:17 Ji ber govend gerandin der barê wan de lêpirsîna 'propagandayê' hat destpêkirin
11:51 DYA'yê USIAD'ê fesix kir
11:33 Wezîrê berê yê Îtalyayê: Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê Ocalan azad be
10:32 Li Myanmarê hejmara miriyan hezarî derbas kir
10:27 Bi biryara lijneyê berdana wî cara 3'yan hat taloqkirin
10:10 'Polîs me wekî çalakgeran nîşan dan û wêneyên me kişandin: Ev komplo ye'
09:31 Dozger hat sirgûnkirin: 19 sal in lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:07 Kampanyaya Rêveberiya Xweser gihîşt bi hezaran kesî
09:04 'Qezenca me têra pêdiviyên me yên rojane nakin'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2025'AN
28/03/2025
16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne
15:25 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re