ENQERE - Çavkaniyên herêmê bal kişandin ser wateya piştperdeya peymana di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de û diyar kirin modela “Jiyana hevpar” a Rêveberiya Xweser dê li tevahiya Sûriyeyê belav bibe.
Di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û serokê Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) Ahmed El-Şara ku weke serokê dewletê yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hatibû ragihandin de hevdîtin hate kirin. Piştî hevdîtinê her du jî derketin pêşberî kamerayan û xisûsên li ser lihev kiribûn îmze kirin.
Her 8 xalên li ser lihevkirin çêbûyî û hûrgiliyên tê de cih digirin, nîşaneya serdemeke nû ya li Sûriyeyê ye. Li gorî van xalan, mafên tevahiya komên etnîkî û olî hatine misoger û garantîkirin.
Lê belê hinek derdor îdia dikin ku ev peyman ji bo HSD’ê baş nîne û biryara wê tevî gelên din nehatiye dayin. Li ser vê yekê, çavkaniyên li herêmê û yên li ser piştperdeya peymanê serwext, anîn ziman ku tiştên tên gotin rast nînin û weke ku tên şîrovekirin nîne.
HEFTEYEK BERÊ ÇÊ QEWIMÎ?
Li gorî agahiyên çavkaniyan parve kirin; beriya vê hevdîtinê rêveberên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî Mazlum Ebdî, hefteyek berê bi welatiyên Durzî, Suryan, Ermen, Nusayrî, Elewî û gelên din ên li herêmên di bin rêveberiya Rêveberiya Xweser de re civiya. Di vê hevdîtinê de van gel û komên baweriyan pêşniyar, daxwaz û nêrînên xwe parve kirin. Rayedarên rêveberiya xweser jî ev yek bi yek li cem xwe nivîsandin û çarçoveyek amade kirin.
Çavkaniyên li ser nîqaşên navxweyî û encamên van hevdîtinan serwext, diyar kirin ku piştre jî di çarçoveya daxwazên gel û baweriyan de mutebeqetek hatiye amadekirin. Bi vî awayî jî ber bi mutebeqeta îro ve çûn û di çarçoveya daxwaza gel û baweriyan de ev mutebeqet hate îmzekirin.
‘DÊ MODELA JIYANA HEVPAR LI SÛRIYEYÊ BELAV BIBE’
Çavkaniyan, têkildarî pirsa “wateya mutebetê çi ye?” jî wiha bersivandin: “Tê wê wateyê ku di heman demê de ‘modela jiyana hevpar’ a Rêveberiya Xweser li Rojava ava kiriye dê li Sûriyeyê Durzî, Xiristiyan, Nusayrî û Elewiyan jî bigire nav xwe û li tevahiya Sûriyeyê were temsîlkirin.”
DÊ KOMKUJÎ BÊ SEKINANDIN, BERPIRSYAR BÊN CEZAKIRIN
Çavkaniyan, da zanîn ku Mazlum Ebdî û Ahmet Şara li ser komujiyên li ber behrê li dijî Elewiyan tên kirin jî nîqaş kirine. Çavkaniyan, got ku “Şerê ewil” ê rayedarên Rêveberiya Xweser ew bû ku komkujiyên li dijî gelên li Tartus, Laziqiye û bajarên din ên li ber behrê yên li dijî Elewiyan bên sekinandin, kesên bûne sedema komkujiyan bên tespîtkirin. Çavkaniyan, got: “Piştî mutebeqetê kesên bûne sedema komkujiyê dê bên tespîtkirin û cezakirin. Ev kes heke kesên ji koma wan jî bên dê bên darizandin. Daxuyaniya Şara ya îro jî encameke vê ye û erênî ye.”
MA / Mehmet Aslan