STENBOL - Hevserokê Şaxa OHD’a Stenbolê Îshak Demîrel diyar kir ku divê biryara “Mafê hêviyê” ya der heqê Abdullah Ocalan de bê cîbicîkirin û got: “Mafê hÊviyê, yek ji hîmên bingehîn ên pêvajoyê ye.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ê tecrîdê û “rejîma taybet” de tê ragirtin. Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate ragihandin, yek ji rojevên sereke ye. Li aliyekî nîqaşên têkildarî çareseriyê didomin û li rexa din jî tê gotin ku ji bo pêvajo bi erênî pêş bikevin hewceye biryara “Mafê hêviyê” ya têkildarî Abdullah Ocalan bê cîcibîkirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de biryar da ku cezayê muebbeda girankirî tê wateya binpêkirina xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku îşkenceyê qedexe dike. Di vê çarçoveyê de jî biryara binpêkirinê da.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) jî di navbera 17-19’ê Îlona 2024’an de civiya, li ser biryarên binpêkirinê yên DMME’yê nîqaş meşand û xwest ku Tirkiye bêyî ku vehêle divê tevahiya tevdîran yekser bigire. Komîteyê, heta Îlona 2025’an dem da Tirkiyeyê ku gavên pêwîst biavêje û cara ewil hişyarî kir ku dê biryara navberê bide.
Li gel Abdullah Ocalan, “Mafê hêviyê” gelek girtiyên din jî eleqedar dike.
Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Îshak Demîrel, têkildarî banga Abdullah Ocalan û “Mafê hêviyê” de axivî.
‘BANGA SERDSALÊ’
Demîrel, diyar kir ku beriya bangê di her kesekî de kelecaneke mezin hebû û got: “Piştî bangê jî ev kelecan domiya. Ji hêla naverokê ve gelek girîng bû. Wekî birêz Cengîz Çîçek û endamên şandeyê jî gotin; ‘manîfestoya 50 salan’ bû. Ji peyva destpêkê heta dawiyê analîzên kûr tê de hebûn. Di dawiyê de jî çareserî hatibû vegotin. Birêz Ocalan bangek jî ji bo rêxistina xwe kiribû. Jixwe bi salan bû ev dihat gotin. Neteweya demokratîk û li ser vê bingehê jî banga aştî û civaka demokratîk hate kirin. Ev bang di esasê xwe de destpêkeke û ji bo hemû civakê ye. Dê guherîna civakî bi vê bangê dest pê bike. Ev bang ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû netewe û derdorên civakî bû. Ya girîng bersiva civakê ya ji bo bangê ye.”
MAFÊ HÊVIYÊ
Demîrel, diyar kir ku divê dewlet piştî bangê gavan biavêje û ev tişt anî ziman: “Divê ‘Mafê hêviyê’ cîbicî bike. Jixwe em her tim qala vî mafî dikin lê piştî birêz Bahçelîl i Meclisê behs kirî, bala her kesî kişand. Ev maf hêj li Tirkiyeyê baş rûneniştiye. Bi biryara DMME’yê û bi statuya Romayê re di mewzûata navneteweyî de cih girt. Li Tirkiyeyê ji bo kesên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn sererastkirineke wiha tune ye. Muddetnameyeke ‘heta mirinê’ tê nivîsandin û qanûnên ku bi tu awayî dernakevin derve hene. Lê DMME vê derhiqûqî dibîne û weke binpêkirina qedexeya îşkenceyê dinirxîne. Tirkiyeyê heta niha jî di çarçoveya biryara DMME’yê de gav neavêtine. Heta mercên tecrîdê hêj girantir kirin.
Mafê hêviyê bide aliyekî, Tirkiye bi qanûnên xwe yên heyî nake. Ji 2011’an heta 2019’an hevdîtinên parêzeran hatin qedexekirin. Piştî çend hevdîtinên di 2019’an de jî hevdîtin dîsa hatin qutkirin. Ji 1999’an heta niha li Girava Îmraliyê hiqûqeke cuda di meriyetê de ye. Lê bi taybet jî piştî 2011’an li gorî Hiqûqa Înfazê ya xwe jî tevnegeriyan. Bi hinceta volta avêtiye, biryara qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatan û yê telefonê didan. Niha bi Şandeya Îmraliyê re hevdîtin tên kirin. Divê qet nebe heta mafê hêviyê tê cîbicîkirin şert û mercên Girtîgeha Girava Îmraliyê bên başkirin. Dive hevdîtinên bi parêzer, malbat û yê yên telefonê birêkûpêk bên kirin. Divê birêz Ocalan jî bikare mîna hemû girtiyên din mafên xwe bi kar bîne.”
‘DIVÊ DERFETÊN PÊWENDÎDANÎNÊ BÊN DAYIN’
Demîrel, destnîşan kir ku divê di navbera Abdullah Ocalan û PKK’ê de derfetên pêwendîdanînê hebin û got: “Ji ber ku birêz Ocalan bang li rêxistina xwe kir. Lê divê ev kongre ji hêla damezirînerê wê ve bê civandin. Hewceye di vê pêvajoyê de navbera birêz Ocalan û rêxistina wî de qenalên pêwendîdanînê hebin. Divê azad bibe yan jî di qanûnan de sererastkirin bên kirin.”
‘DIVÊ JI HÊLA FÎZÎKÎ VE AZAD BIBE’
Demîrel, anî ziman ku diviyabû Tirkiyeyê beriya pêvajoyê têkildarî “Mafê hêviyê” di qanûnan de sererastkirin bikira û wiha pê de çû: “Lê pêvajo pir bilez pêş dikeve. Birêz Ocalan gav avêt. Dora gavavêtinê ya dewletê ye. Divê yek ji gavên ewil jî têkildarî mafê hêviyê yê birêz Ocalan be. Jixwe 26 salên wî tije bûne. Şertên em jê re dibêjin ‘berdan bişert’ dikarin bên nirxandin û ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Dewlet dikare di mijara mafê hêviyê de di qanûnan de sererastkirinan bike. Divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.”
‘DEWLETÊ NADE ZORÊ’
Demîrel, got ku divê raya giştî ya demokratîk û tevahiya derdorên civakî xwedî li vê bangê derkevin û axaftina xwe wiha qedand: “Mafê hêviyê jî yek ji hîmên bingehîn ên vê pêvajoyê ye. Civak jî azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dixwaze. Ji b fikrên birêz Ocalan bigihijin civakê û ji bo aştiyê divê ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Mijara mafê hêviyê dê dewletê nede zorê. Diviyabû ev yek bi salan berê bikira. Divê derdorên civakî jî banga vê bikin û xwedî lê derkevin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû