AMED - Dayika Aştiyê Sakîne Arat ku ji Darbeya Leşkerî ya 1980 'an û vir ve di nava têkoşînê de ye, jiyana xwe ji dest da.
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Sakîne Arat jiyana xwe ji dest da. Sakîne Arat a ku duh bi şev piştî nexweş ket rakirin nexweşxaneyek taybet jiyana xwe ji dest da. Tê payîn ku cenazeyê Sakîne Arat a ku bi salan e di Meclîsa Dayikên Aştiyê de têdikoşe sibe bê definkirin.
SAKÎNE ARAT KÎ YE?
Di sala 1943’an de piştî Serhildana Şêx Seîd malmata Sakîne Arat sirgûnî Kutahyayê tê kirin. Kurê wî Cemal Arat di sala 1984'an de li Girtîgeha Amedê di dema rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Piştî kurên wî yên din Tacettîn û Mûrat tevlî PKK'ê bûn, kurekî wî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da û keça wê întîxar kir. Her wiha 2 zarokên Sakîne Arat di temenê xwe yê biçûk de jiyana xwe ji dest dan.
Sakîne Arat ku yek ji wan dayikan e ku bi Cemal Arat re ku piştî Darbeya Leşkerî ya 1980'an hate girtin, di nav xebatên Komeleya Dayikên Aştiyê de cih girt, ku komele piştî salên 1990'î hatibû avakirin.