STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ku ku binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû girêdayî “rêxistina sûc” kir, daxuyaniyeke duyemîn da û ji ewil Lihevkirina Bajar weke hincet nîşan da û ji wir jî girêdayî KCK’ê kir.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, Cîgirê Sekreterê Giştî yê ÎBB’ê Mahîr Polat, Şaredarê Şîşliyê Ekrem Şahan û Serokê Enstîtuya Reformê Mehmet Alî Çalişkan daxuyaniyeke duyemîn da. Di daxuyaniya ewil de hinceta binçavkirina weke “rêxistina sûc a bi armanca berjewendiyan” hatibû nîşandan û di ya duyemîn de jî dozgeriyê girêdayî “Lihevkirina Bajar” kir.
Dozgeriyê, “Lihevkirina Bajar” girêdayî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ew jî girêdayî KCK’ê kir û îdia kir ku Îmamoglû bi tevlibûna xebatên “Lihevkirina Bajar” re “alîkariya rêxistinê” kiriye. Heta niha tu dadgehan ji ber “HDK” û “Lihevkirina Bajar” tu biryarên teqez ên “endamtiya rêxistinê” nedane. Tevî vê jî, dozgeriyê lêpirsîna xwe bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” da destpêkirin, îdiaya “Sûcê hatiye îspatkirin û neguher” kir û weke hinceta binçavkirinê nîşan da.