EDENE - Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê ya Edeneyê banga tevlibûna pîrozbahiya Newrozê ya 23'yê Adarê ku wê li navçeya Seyhanê bê lidarxistin kirin û gotin: "Em bi hev re agirê Newrozê pêxin."
Cejna Newrozê ya Edeneyê wê 23'ê Adarê saet di 11.00'an de li Şanoya Vekirî ya Mîmar Sînan a navçeya Seyhanê bê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir wekî qiseker dê beşdarî pîrozbahiyê bibin û hunermend Nûray Balik, Diljen Ronî û hunermendên herêmî wê derkevin ser dikê.
BANGAWAZÎ
Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Ahmet Akdogan diyar kir ku amadekariyên Newrozê bi dawî bûne û banga tevlîbûnê li gel kir. Akdogan bal kişand ser girîngiya Newroza îsal û diyar kir ku ew li pişt "Banga Sedsalê" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û got: "Em di wê baweriyê de ne ku ev Newroz wê aştî û biratiyê bîne. Em hemû gelê xwe vedixwînin pîrozbahiya ku em ê di 23'yê Adarê de li Şanoya Vekirî ya Mîmar Sînan pêk bînin."
Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Şehrastan Yîgîtê jî bang kir û got: "Em bi hev re agirê Newrozê pêxin. Newroz pîroz e."