KONYA - Hevseroka DEM Partiyê ya Konyayê Hikmiye Devrîm banga pîrozkirina Newrozê li navçeyên Konya û Kuluyê kir û got: "Em di vê Newrozê de li ser bingeha demokratîkbûn û aştiyê peyamekê bidin welêt."
Newroza 2025’an li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi coşeke mezin û bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo azadiyê civaka demokratîk"tê pîrozkirin. Amadekariyên pîrozbahiyên ku wê di 23'yê Adarê de li navenda Konyayê û di 22'yê Adarê de li navçeya Kûlûyê bên lidarxistin dewam dikin. Pîrozbahî wê heman rojê saet di 12:00'an de li navenda Konyayê li Qada Bazara Sêşemê û li Qada Bazarê ya navçeya Kûlûyê dest pê bike.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Amedê Mehmet Kamaç wê beşdarî pîrozbahiya li Kûlûyê bibe û Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp û endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Mûrad Kalkan jî wê beşdarî pîrozbahiya li Konyayê bibin. Hevseroka DEM Partiyê ya Konyayê Hikmiye Devrîmê ji bo her du pîrozbahiyan banga tevlîbûnê kir.
JIN Û CIWAN BI KELECAN IN
Hîkmiye Devrîmê bal kişand ser girîngiya Newroza ku îsal tê pîrozkirin û got ku bi taybet bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de moral û motîvasyon zêde bûye. Hîkmiye Devrîmê got: "Berê jin û ciwan kêm bûn, niha bi bangê re bêtir xwedîderketin çêbûye. Berê ji bo jin û ciwan tevlî Newrozê bibin me telefonî wan dikir, niha ew telefonî me dikin û dipirsin ku wê Newrozê kengî bê pîrozkirin û çawa be."
BANGAWAZÎ
Hîkmiye Devrîmê anî ziman ku banga dîrokî ji bo hemû beşên civakê hêvî ye û ji bo Newroza Konya û Kûlûyê wiha bang kir: "Banga birêz Abdullah Ocalan ji bo me hemûyan bû moral û hêvî. Banga me ji hemû gelê me re ye; werin em di Newrozê de li ser bingeha demokratîkbûyîn û aştiyê peyamekê bidin welêt."
ya