AMED - Welatiyên ji bo tevlibûna Newroza Amedê di saetên zû yên serê sibehê de bi rê ketin û li benda têketina qada Newrozê ne, diyar kirin ku bi roja ye bi kelecana Newrozê dijîn û gotin: “Em dixwazin Rêbertiya me azad bibe.”
Cejna Newrozê ya li Amedê bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin. Pîrozbahî, li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê tê lidarxistin. Welatî, ji bo pîrozbahiya Newrozê di saetên zû yên serê sibehê de bi rê ketin. Ji 7 salî heta 70’ê salî welatî bi cil û bergên Kurdî ber bi qada Newrozê ve bi rê ketin. Ji ber ku rê hatine girtin, welatî heta xwe digihînin ber derî ji neçarî demekî dirêj dimeşin. Welatî li bendê ne ku têkevin qadê.
LI NOQTEYEKÊ TÊKETINA QADA DEST PÊ KIR
Têketina qada Newrozê ya li aliyê Baxçeyê Milet a li ser Cadeya 1’emîn a Yenîhalê dest pê kirin. Welatiyên ku cil û bergên Kurdî li xwe kirin, qad xemilandin. Welatiyên têketin qadê, hêvî kirin ku Newroz bibe wesîleya aştî û xwişk-biratiyê.
‘BILA BIBE WESÎLEYA AŞTÎ Û AZADIYÊ’
Ozlem Gultekîn ku tevî hevjînê xwe û kurê xwe yê astengdar ji navçeya Xana Axparê berê xwe daye qada Newrozê, wiha got: “Em serê sibehê saet di 06.00’ê de hişyar bûn û bi kelecana Newrozê bi rê ketin. Li gel ku kurê min astengdar e jî gelek xwest bê Newrozê. Min, Newroza din ew ne anîbû lê min vê carê soz da û bi xwe re anî. Bi roja ye bi kelecana Newrozê dijî. Hêvîdarim ev Newroz bibe wesîleya aştî, xwişk-biratî û azadiya Rêbertiya me.”
‘BI ROJA YE EM BI VÊ KELECANÊ DIJÎN’
Welatiyên ji navçeya Bazîd a Agiriyê berê xwe dane Amedê jî di saetên zû yên serê sibehê de li bendê bûn ku têkevin qadê. Ji welatiyan Kemal Çalman, got: “Bi rojaye em bi vê kelecanê dijîn. Em ê vê Newrozê pîroz bikin û vegerin bajarê xwe.”