AMED - Wêneyê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildlirim û Veysî Aktaş di hevdîtina 27’ê Sibatê de bi Şandeya Îmraliyê re kişandibû li qada Newrozê ya Amedê hate daliqandin.
Li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê ya Amedê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Herikîna gel a ber bi qada Newrozê ve didome.
Wêneyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî hevalên xwe yên girtî di 27’ê Sibatê de li Girava Îmraliyê bi Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re kişandibû, li qada Newrozê hate daliqandin.
Di wêneyî de Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş, Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol cih digirin.