AMED - Di Newroza Amedê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di dema banga dîrokî de hatine kişandin, li qadê hatin hilgirtin.
Li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê ya Amedê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" Cejna Newrozê tê pîrozkirin. Bername hêj dest pê nekiriye û li qadê posterên ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga dîrokî ya 27’ê Sibatê de hatine kişandin li ser bûn, hatin hilgirtin.