AMED - Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an a Amedê de hatibû qetilkirin, li cihê lê hatibû qetilkirin hate bibîranîn.
Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut di Newroza sala 2017’an a Amedê de tevî ku cil li ser nebûn jî li noqteya lêgerînê ji hêla polîsan ve bi îdiaya bombeya zindî hatibû qetilkirin. Kurkut, li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari Tuncer Bakirhan û şandeya ji Herêma Federe ya Kurdistanê hatibû tev li bîranînê bûn.
‘EM NEWROZA 2025’AN DIYARÎ KURKUT DIKIN’
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir Keskîn Bayindir di bîranînê de wiha got: “Ev Newroz, Newroza aştî û azadiyê ye. Di sala 2017’an di vê rojê de ciwanekî Kurd li pêş çavên gelê xwe di Newrozê de hate qetilkirin. Di 2025’an de em dibêjin bila ciwanên Kurd tu caran neyên qetilkirin. Em îro li her derê çawa Newrozê ji bo aştiyê pîroz bikin, bila ev Newroz bibe Newroza aştî û azadiyê. Kemal Kurkut li vir hate qetilkirin. Li ser Kurd zilm heye. Em ê îro bi beşdariya milyonan Newroza Amedê pîroz bikin. Ji her çar parçeyên Kurdistanê gelê me îro li vir e. Em, Kemal Kurkut bi rêzdarî bi bîr tînin. Em, Newroza 2025’an diyarî Kemal Kurkut dikin. Em diyarî çareseriya demokratîk û aştiyê dikin. Newroza gelê me, ya Kemal Kurkut û her kesî pîroz be.”
Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn cihê Kurkut lê hatibû qetilkirin.