AMED - Li Amedê bi deh hezaran kes ji bo têkevin Parka Newrozê li noqteyên kontrolê disekinin û coşa li qada pîrozbahiyê her ku diçe zêde dibe.
Li Parka Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz tê pîrozkirin. Pîrozbahî hêj dest pê nekiriye. Lê belê coşa Newrozê hêj ji saetên zû yên serê sibehê ve her çar aliyên Amedê belav bûye. Ji gelek noqteyên bajar bi deh hezaran kes ber bi qadê ve diherikin.
JI 7 SALÎ HETA 70 SALÎ HER KUES LI SER RÊYA NEWROZÊ YE
Têketina qada Newrozê ya ji 6 noqteyên kontrolê didome. Ciwan, li gelek noqteyan bi kortejan têketin qada Newrozê. Gelek caran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin. Piraniya welatiyan bi cil û bergên Kurdî beşdarî pîrozbahiyê bûne.
Girseya ku li aliyê Hala Nû kom bûn, demeke dirêj govend gerandin. Coşa jin û ciwanan rê li ber dîmenên rengîn vekir. Yek ji qada din a ku welatî têdikevin qadê jî Bûlwara Qamişloyê ye. Jinên ku cil û bergên Kurdî li xwe kirin, bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" meşiyan. Ji 7 salî heta 70 salî ji her temenan gel tev li pîrozbahiyê bûye. Dayikên Aştiyê jî bi dirûşma "Bijî Newroz, Bijî aştî" têketin qada Newrozê. Ciwan jî bi dayikan re meşiyan û dirûşma "Bijî Dayikên Aştiyê" berz kirin.
LI BER DERIYAN GEL DI DORÊ DE YE
Li ber deriyan gelek welatî li bendê ne ku derbasî qadê bibin. Li hinek noqteyên kontrolê polîsan dest danîn ser flamayên bi rengên kesk, sor û zer. Vê yekê rê li ber bertekan vekir. Ji ber ku gelek kes di dorê de ne, welatiyên kal neçar dimînin ku li wir bisekinin.
Herikîna gel a ji her çar aliyên bajar ve ya ber bi qadê ve didome û qad tije bûye. Bi deh hezaran kesên têketin qadê li ber dahol û zirneyan û stranên Kurdî govendê digerînin.
Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadê tên gerandin û coşa li qadê her ku diçe mezintir dibe.