ESKÎŞEHÎR - Cihê pîrozbahiya Newrozê ya Eskîşehîrê ku dê di 23’yê Adarê de were lidarxistin, hate guherandin. Newroz dê li Qada Cumhuriyetê bê lidarxistin.
Di 23’yê Adarê de li Eskîşehîrê dê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" cejna Newrozê were pîrozkirin. Hatibû ragihandin ku dê pîrozbahî li Qada Mesîreyê ya Kcakirê were lidarxistin. Komîteya Amadekar a Newrozê ya Eskîşehîrê ragihand ku ji ber ku Midûriyeta Daristanan a Şaredariya Odunpazariyê destûr nedaye li qada mesîreyê agir were vêxistin, pîrozbahî dê li Qada Cumhuriyetê wer lidarxistin.