AMED - Qada pîrozbahiyê ya Newroza Amedê tije bûye. Bi sed hezaran kesên li dora agirê Newrozê civiyan, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin.
Pîrozbahiya Newroza Amedê li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê ya Amedê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" tê pîrozkirin. Bi sed hezaran kesan qad heta devî tije kirine. Hêj jî bi deh hezaran kes ji bo derbasî qadê bibin li noqteyên kontrolê disekinin. Li noqteyên kontrolê gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" bilind dibin.
PROTOKOLÊ GOVEND GERAND
Coşa li qadê her ku diçe zêde dibe û dirûşma “Bijî Serok Apo” li qadê olan dide. Di heman demê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Bi sedan mêvanên ji derve hatin jî bûn şirîkê coşa gel. Bi sedan mêvanên hatin jî govend gerandin.
Polîs, bi helîkopteran li ser qada Newrozê digerin û balkêş e ku balafirên şer jî pir nêz ser qadê firiyan.
Bernameya Newrozê bi stranên hunermend Arhat didome. Girseyê demeke dirêj li ber stranên Arhat govend gerand. Bername didome û qada Newrozê tije bûye. Atmosfera li qadê bi wêne û dîmenên ji cihên bilind ên platformê hatin kişandin jî xuya dike.