KOCAELÎ - Li navçeya Darica ya Kocaelî bi dirûşmeya "Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk" Newroz hat pîrozkirin. Di şahiya Newrozê de daxwaza ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, derket pêş.
Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA), li Baxçeyê Millet a li navçeya Darica ya Kocaeliyê bi dirûşmeya "Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk" Newroz hat pîrozkirin. Di şahiyê de destpêkê Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan axivî û got: “Weke bersiva banga Ocalan a 27’ê Sibatê, pêşî li demokrasî, aştî û xwişk-biratiyê vekin. Divê şert û merc bên afirandin ku Kurd û Tirk wekhev bi hev re bijîn.”
Seyît Aslan destnîşan kir ku divê jin, ciwan û karker bi hev re hîn zêdetir li qadan bin û got, “Eger em bibin hêza rêxistinkirî, em ê li Tirkiyeyê bikarin wekheviyê ava bikin.”
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk jî Kemal Korkut ê di Newroza Amedê de hatî qetilkirin, bi bîr anî û ev tişt got: “Me ti carî serî netewandiye, em ê rêya xwe dewam bikin.”
Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî diyar kir ku Rêber Apo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ragihand cîhanê û agirê aştiyê vêxist. Dîlan Kunt Ayan wiha axivî: “Em ê vî agirê gur bikin. Em nêzî perava Îmraliyê ne. Ji vir bi hezaran silav!
Yên maseya şer danîn, pir zilm li vî gelî kirin. Hevserokên me yên dema berê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Newroza we jî pîroz be. Em ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû cîhanê aştiyê dixwazin. Em bang li dewletê dikin, demildest li ser rêya ku ji aliyê Birêz Ocalan ve hatî vekirin, gavên demokratîk bavêjin. Em hêvî dikin carek din Newrozê di azadiyê de pîroz bikin.”