NAVENDA NÛÇEYAN – Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yê hat girtin bertek nîşanî girtina xwe da û wiha got: "Pêvajoya dadgeriyê ya hatiye meşandin ne pêvajoyeke dadgeriyê ye. Bi temamî înfazeke bê daraz e."
Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu yê ku derbarê wî de biryara girtinê hatibû dayîn, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal parvekirineke nû kir.
Parvekirina Îmamoglû wiha ye:
"Hemwelatiyên hêja,
Tirkiye îro li ber xiyaneteke mezin hişyar bû.
Pêvajoya dadgeriyê ya hatiye meşandin ne pêvajoyeke dadgeriyê ye. Bi temamî înfazeke bê daraz e.
Ez bang li gelê me dikim ku bi berpirsyarî ji bo mafan têbikoşin Ev têkoşîna ji bo maf, meseleyeke pêşeroja gelê me û zarokên me ye.
Ji bo siberoja Tirkiyeyê em bawer bin ku îro dengê xwe bidin. Dûre bi kombûna li qadên demokrasiyê yên li Saraçhane ya Stenbolê û li bajarên din dengê xwe bilind bikin.
Roj ew roj e ku li dijî kesên ku îradeya gel dizîn û bi berpirsyarî meşandina têkoşîna mafan e.
Bi hev re, em kesekî li pişt xwe nehêlin."