AMED - 14 baroyan bertek nîşanî heqareta Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş a li dijî nirxên gelê Kurd dan û şermezar kirin.
Baroyên Amed, Agirî, Êlih, Çewlig, Bêdlîs, Dêrsim, Colêmerg, Îdir, Qers, Mûş, Sêrt, Riha, Şîrnex û Wanê têkildarî heqaretên Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş ên têkildarî nirxên gelê Kurd de daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar dan. Di daxuyaniyê de gotinên Yavaş weke gotinên ku civakê ji hev parçe dike hatin nirxandin.
Bi domdarî hate gotin ku ew li dijî bêhiqûqiya li dijî mafê bijartin û hilbijartinê yên xelkê Stenbolê û îradeya gel in. Baroyan, got: “Miameleya li dijî welatiyên li dijî vê bêhiqûqiyê mafê xwe yê protestoyê bi kar tînin jî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Mixabin salên dirêj di pîrozbahiyên cejna Newrozê de ku ji bo gelê Kurd cejneke qedîm e, mirin û îşkence çêbûn û dengê hestiyên zarokên Kurd hate bihîstin. Ji ber ku mudaxile li zarokan nehatiye kirin, Mansur Yavaş aciz bûye. Weke baroyên herêmê em van gotinan şermezar dikin û bang li her kesî dikin ku dev ji van daxuyaniyên ku zirarê didin mafê protestoyê yê gelê Stenbolê berdin.”