AMED - DFG û MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan û xwestin tavilê bên berdan.
Di serdegirtinên malan ên li Stenbol û Îzmîrê de gelek rojnameger hatin binçavkirin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî binçavkirina rojnamegeran li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal daxuyanî dan.
DFG: DIVÊ ROJNAMEGER DEMILDEST BÊN BERDAN
DFG’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Rojnamegerên li Stenbolê karê xwe dikirin, rastî êrişê hatin. RTUK, gefan li kanalên çalakiyên demokratîk diweşînin dixwe û BTK’ê jî gelek hesabên X’ê asteng kir. Îro jî di danê sibehê di serdegirtinên malan de 10 hempîşeyên me hatin binçavkirin. Em, binçavkirina hempîşeyên xwe qebûl nakin û divê demildest bên berdan.”
MKG: EM Ê DEV JI NIVÎSANDINA RASTIYAN BERNEDIN
MKG’ê jî wiha bertek nîşan da: “Ev êrişên ji bo bêdengkirina çapemeniyê, yên ji bo veşartina rastiyan nayên qebûlkirin. Rojnameger nûçeyan dişopînin û raya giştî agahdar dikin. Divê hempîşeyên me yên binçavkirî demildest bên berdan. Weke rojnamegeran em li vir in û dengê xwe bilind dikin. Em ê dev ji nivîsandin û vegotina rastiyan û gihandina wan a gel bernedin. Em banga li tevahiya hempîşeyên xwe û raya giştî dikin ku li dijî vê bêhiqûqiyê piştevaniyê bikin.”
ROJNAMEGERÊN HATINE BINÇAVKIRIN
Rojnamegerên hatine binçavkirin ev in: “Zeynep Kuray, Bulent Kiliç, Gokhan Kam, Hayrî Tunç, nûçegihanê AFP’ê Yasîn Akgul, nûçegihanê NOW’ê Alî Onur Tosun, nivîskarê BîrGunê Bariş Înce, nûçegihana Sendîka.org’ê Zîşan Gur, nûçegihanê wêneyan ê ÎBB’ê Kurtuluş Ari û nûçegihanê wêneyan Mûrat Kocabaş.”