AMED - Baroya Amedê û OHD’ê diyar kirin ku di pîrozbahiya Newroza Amedê de gelek maf hatine binpêkirin û bang kirin ku der heqê polîsên berpirsyar de lêpirsîn were destpêkirin.
Baroya Amedê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî binpêkirinên di pîrozbahiya Newroza Amedê ya di 21’ê Adarê de raporek amade kir û parve kir.
Di raporê de ev tespît hatin kirin:
“* Li noqteya lêgerînê ya jinan ji jinan hate xwestin ku bişkokên kirasê xwe vekin û jin hatin tacîzkirin. Li gel vê, carnan ji bo nihêrtina nava solan jî lêgerîn hte kirin.
* Welatiyên ku bi cil û bergên Kurdî yên kesk, sor û zer ku sûc nîne, bi hinceta ‘cilên leşkerî ne’ destûr nehat dayin têkevin qada pîrozbahiyê. Ev cil û berg an jî şal weke hinceta binçavkirinê hatin nîşandan.
* Hêzên ewlekariyê hewl dan van motîfên çanda Kurdan û dîroka Kurdan krîmînalîze bikin û beriya binçavkirinê jî bêyî destûrê wêneyên welatiyên bi van cil û bergan hatin kişandin.
* Zarokên bi van cil û bergan hatin qadê jî ji ewil wêneyên wan hatin kişandin, piştre jî hatin binçavkirin. Li welatiyên gotin ev motîf e sûc nînin jî heqaret hate kirin û rastî muameleyeke xerab hatin.
* Welatî û zarokên dixwestin bi Şel û Şepik û Kiras û Fîstanan ku çanda gelê Kurd a qedîm e û cilûbergên neteweyî ne têkevin qadê, rastî gotinên cihêkar û nefretê yên hêzên ewlekariyê hatin, têketina wan a qadê hate astengkirin, hatin binçavkirin û rastî muameleyeke xerab hatin.
* Hevşaredara Cizîrê, rêveberên herêmî, protokol, çapemenî û welatî jî di nav de gelek kesên cil û bergên Kurdî li xwe kirin hatin binçavkirin û der heqê wan de girtek hatin amadekirin. Her wiha ji bo poşî û şalên bi rengên kesk, sor û zer jî îdiaya ‘al in’ hate krin. Ev hatin desteserkirin û welatî hatin binçavkirin.
* Gelek kesên biyanî yên ji bo şopandina pîrozbahiya Newrozê hatibûn qadê, rastî muameleya xerab a hêzên ewlekariyê hatin. Bi hinceta çente û kamerayên wan negirtin qadê.
* Gelek şûşe, plastîk û amûrên din ên ji bo zarokan negirtin qadê. Lewma welatiyên hatin Newrozê hatin mexdûrkirin.
* Di dema binçavkirinan de bi sedan kes bi saetan di wesayîtan de hatin sekinandin û rastî muameleya xerab hatin. Hevdîtina parêzeran a bi miwekîlan re bi awayekî keyfî hate astengkirin.
* Der heqê welatiyên ku ala Herêma Federe ya Kurdistanê, cil û bergên neteweyî û formayên tîmên futbolê yên herêmî hilgirtin de kirarî hatin kirin.
* Binçavkirin, di tevahiya pîrozbahiya Newrozê de domiyan, gelek welatî bêyî ku were qeydkirin demekî dirêj di wesayîtan de hatin sekinandin û piştre hatin berdan, hinek welatî di wesayîtan nêzî qadê de hatin sekinandin û hinek welatî jî li avahiya emniyetê binçavkirî man. Herî kêm 200 kes rastî vê kirariyê hatin.
* Ji welatiyên hatine binçavkirin qismek jê li qada pîrozbahiyê, yên din jî di 22.03.2025’ê beriya saet 00.00’ê hatin berdan.”
Di raporê de hate gotin ku “mafê civîn û xwepêşandanên aştiyane” û “qedexeya îşkence û miameleya xerab” hatine binpêkirin. Her wiha ev pêşniyar hatin kirin: “Divê HSDK tavilê der heqê dozgerên berevajî peywira xwe teveriyayîn de lêpirsînê bide destpêkirin. Divê der heqê hêzên ewlekariyê yên welatî bi keyfî binçav kirin û muameleya xerab kirin de lêpirsîna edlî û îdarî bê destpêkirin.”