Wezîrê berê yê Îtalyayê: Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê Ocalan azad be

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Piştevaniya Civakî yê berê yê Îtalyayê Paolo Ferrero diyar kir ku Abdullah Ocalan bi banga xwe deriyê diyalogê vekiriye û got ku pêşveçûna pêvajoyê divê Ocalan azad be. 

Wezîrê Piştevaniya Civakî yê berê yê Îtalyayê Paolo Ferrero, banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re nirxand. 
 
Paolo Ferrero diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî erênî ye û got: "Bi min banga Ocalan erênî ye, çimkî pirsgirêkeke gelekî giran tîne rojevê. Li bersiva çareseriya pirsgirêka Kurd digere. Ev pêvajo, pêvajoyeke siyasî ye û rewşa Tirkiyeyê ya heyî û têkiliyên li gel welatên derdor, dibe ku rê li ber pêşketina vê pêvajoyê vekin. Ji ber wê yekê ez banga Ocalan erênî dibînim. Her wiha yek ji aliyê banga Ocalan ê erênî ew e ku pêşiya diyalogê vebûye. PKK’ê jî girêdayî vê yekê diyar kir ku ew ji bo diyalogê amade ne. A niha mijara girîng destpêkirin û pêşxistina vê pêvajoyê ye. Lê belê tevî ku Ocalan hê jî di girtîgehê de ye, vê pêvajoyê bi rê ve dibe."
 
Ferrero di dewama axaftina xwe de diyar kir ku divê dewleta tirk pêngavên hewce biavêje û ev tişt anîn ziman: "Girtina Ocalan, sekna dewletê ya li hemberî pêvajoyê nîşan dide. Ger Tirkiye bixwaze vê pirsgirêkê bi rêyên siyasî çareser bike, divê pêngavên hewce biavêje. Ji bo serketina banga Ocalan divê şert û mercên guncav û xebitînê werin dabînkirin. Bi taybetî jî divê ewlehiya gelê Kurd ê li Tirkiyeyê were dabînkirin. Ez di wê baweriyê de me ku kadroyên PKK’ê yên pêşeng xwedî wê kapasîteyê ne ku vê mijarê bi awayekî baldar binirxînin. Divê em li Ewropayê, piştevaniya banga Ocalan bikin, weke pêngaveke erênî bibînin û hewl bidin ku dewleta Tirk sekneke zextkar nîşan nede. Divê em sekna dewleta tirk a li hemberî pêvajoyê eşkere bikin û zextê li hikûmetên Ewropayê bikin ku tevkariyeke erênî li pêvajoyê bikin. Serkeftina banga Ocalan bi pêşxistina xebatên siyasî pêkan e."
 
Paolo Ferrero diyar kir ku yek ji pêngavên têkildarî pêşketina pêvajoyê ew e ku divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û têkildarî sekna welatên derve ya li hemberî pêvajoyê ev yek anîn ziman: "A rastî Yekîtiya Ewropayê (YE) ne çareseri ye, parçeyeke pirsgirêkê ye. Em dikarin vê yekê di sekna wê ya li hemberî mijara Sûriyeyê jî bibînin. YE gelek caran pozîsyona xwe diguherîne. Weke hêzên çepgir ên li Ewropayê divê em vê pêvajoyê baş binirxînin û piştgiriyê bidin banga Ocalan. Di vê çarçoveyê de ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin, divê em li ber xwe bidin. Divê em vê têkoşînê li her derê bimeşînin.  Sekna Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ya YE’yê erênîtir e. Ji ber vê yekê dikare li vir hin pêngav werin avêtin û divê têkildarî vê yekê jî bixebitin. Çimkî Sekreterê Giştî yê NY’ê Guterres di wê hêzê de ye ku dikare zextê li Tirkiyeyê bike. Bi min pêngava yekem ew e ku ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, divê kampanya werin destpêkirin. Bi vî awayî dibe ku pêvajoya aşitî û diyalogê destpê bike. Her wiha divê teqez pêngavên têkildarî azadiya fîzîkî ya Ocalan jî werin domandin û zêdetirkirin. Çimkî şert û mercên Ocalan niha di nav de, nayên qebûlkirin û derqanûnî ne. Jixwe heya ku Ocalan azad nebe jî ihtimala destpêkirina hevdîtinên aşitiyê jî gelekî kêm e. Ger Ocalan azad bibe û bi xwe pêvajoyê bi rê ve bibe, dê ev pêvajo bi hêsanî pêş bikeve."
 
Ferrero di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya çekdanînê û got: "Pêvajoya çekdanînê gelekî tevlihev û ne hêsan e ku em vê yekê di mînakên cîhanê de dibînin. Heya ku serokê siyasî û dîrokî yê tevgerê xwedî derfeta gotinê nebe, ev pêvajo pêş nakeve. Ev gelekî zelal e. Bi min dê pêvajo gelekî wext bigire. Ji ber wê yekê divê ji niha ve dest bi xebatan bê kirin û pêngavên hewce werin avêtin. Ocalan ji dewletekê re pêşniyazek kir û pêngavên têkildarî pêşketina vê pêşniyazê werin dîtin. Li gorî Ocalan pêvajoya azadbûna gelan, girêdayî kapasiteya veguherîna hêza li beramber e. Her wiha dixwazim dubare balê bikşînin ser girîngiya azadiya Ocalan. Ji ber ku bi rastî jî azadiya Ocalan li hemberî çareseriya pirsgirêkên li tevahiya herêmê weke fersendeke dîrokî ye."

Sernavên din

31/03/2025
19:45 Ji Abdullah Ocalan peyam: Xwedîderketina li bangê silav dikim
17:28 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
17:06 Di êrişên li dijî Xezeyê de 50 hezar û 375 kes hatin qetilkirin
16:49 KNK’ê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anî: Em ê têkoşîna wan bidomînin
16:38 Li Myanmarê hejmara kesên di erdhejê de mirîn derket 2 hezar û 56 kesan
16:16 Li Qada Şêx Seîd cejna gel hate pîrozkirin
16:15 Guler Bîlen a piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:11 DEM Partî û AKP’ê cejna hev pîroz kirin
14:34 Li DEM Partiyê pîrozkirina cejnê: Têkoşîna demokrasiyê di qonaxeke girîng de ye
13:51 Li Amedê jinek hate qetilkirin
12:32 DEM Partî û MHP’ê cejna hev pîroz kirin: Em dikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
11:45 PÎK’ê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anî
11:33 Hamaney ji DYA’yê re got: Em ê bersivê bidin
11:08 Ji Bahçelî daxuyaniyeke nû
09:12 Newroza 2025’an: Peyam zelal bû; demokratîkbûn
09:08 Bi telîmata ser telefonê bi ser malan de hatiye girtin
09:06 Bihayê amûrên medîkal ên ji bo astengdaran zêde dibin
09:06 Herî kêm 42 rojnameger cejn li girtîgehê pêşwazî kirin
09:04 Onver qetil kirin û ser re jî ji malbata wî pereyan dixwazin
09:03 Bi ser banga dîrokî re mehek derbas bû: Divê li Meclisê komîsyona çareseriyê bê avakirin
09:01 Parastvanên mafên mirovan: Divê dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2025'AN
30/03/2025
16:12 Mahîr Çayan û rêhevalên xwe hatin bibîranîn
15:59 Malbatên YBŞ’iyan ji 14 welatan re name şandin
15:47 Mehmet Latîfecî hat bibîranîn: Di têkoşîna gelen de dijî
13:02 Gorên Rojîn Kabaîş û Narîn Guranê hatin ziyaretkirin
12:59 Tevî agirbestê jî êriş berdewam in
12:49 Goristana Gaziyê hate ziyaretkirin: Em ê têkoşînê mezintir bikin
11:44 Hevberdevkê HDK’ê: Mesele ne CHP pirsgirêka demokrasiyê ye
11:30 Tulay Hatîmogûllari, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî
11:02 CHP’ê kampanyaya îmzeyan li Trabzonê da destpêkirin
11:00 Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta ‘Sosyalîzm û Jin’ derket
10:58 Sabrî Ok: Dewletê gavên pêwîst neavêt
10:32 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:14 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Heta şalter neyê xwarê rewş naguhere
09:50 Ciwan: Em bi ruhê Newrozê li Amarayê bin
09:49 Xwendekarên Zanîngeha Anadoluyê: Dê boykot bidome
09:24 Yilmaz ê DBP’î: Divê rejîma taybet a li Îmraliyê biguhere
09:10 Mehmet Ocalan ji bo 4’ê Nîsanê bang kir
09:00 Bavê 2 HPG’iyên cenazeyê wan nehatine dayin: Divê dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 30’Ê ADARA 2025’AN
29/03/2025
17:52 Polîsên ku îşkence kirin, li parêzer ku îşkenceyê bi belge kir jî xistin!
17:35 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin: Em ê têkoşîna wan bidomînin
16:54 Li Helebê li dijî qirkirina elewiyan meşiyan
16:48 Amedspor, bi 3 puanan ji deplasmanê vegeriya
16:21 Bi sed hezaran kes herikîn Maltepeyê
16:17 Xwestin girtiyên nexweş Ok û Oztel bên berdan
15:26 Ji TJA'yê banga ji bo 4'ê Nîsanê
15:22 Piştî 32 salan hat berdan
14:40 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Alî Karagoz pirsîn
14:21 Hem aqûbeta wan hem jî kiryarên wan ne diyar e
13:28 Ji Hevserokên Giştî peyama cejnê
12:23 Li Îzmîrê li fabrîkeyekê teqîn: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:17 Ji ber govend gerandin der barê wan de lêpirsîna 'propagandayê' hat destpêkirin
11:51 DYA'yê USIAD'ê fesix kir
11:33 Wezîrê berê yê Îtalyayê: Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê Ocalan azad be
10:32 Li Myanmarê hejmara miriyan hezarî derbas kir
10:27 Bi biryara lijneyê berdana wî cara 3'yan hat taloqkirin
10:10 'Polîs me wekî çalakgeran nîşan dan û wêneyên me kişandin: Ev komplo ye'
09:31 Dozger hat sirgûnkirin: 19 sal in lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:07 Kampanyaya Rêveberiya Xweser gihîşt bi hezaran kesî
09:04 'Qezenca me têra pêdiviyên me yên rojane nakin'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2025'AN
28/03/2025
16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne
15:25 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir