AMED - Girtî Hayrettîn Adak ê di Girtîgeha Tîpa S a Ewlehiya Bilind a Çarşambayê de, diyar kir ku der barê girtiyên ku di Newrozê de govend gerandine bi îdidya "propagandaya rêxistinê" lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hayrattîn Adak, Mahsûm Arslan, Farûk Taştan û Mûhammed Ahmed ên di Girtîgeha Tîpa a Bûrhaniye ya Balikesîrê de, di 28'ê Sibatê de sewqî Girtîgeha Tîpa S a Ewlehiya Bilind a Çarşamba ya Samsûnê hatin kirin.
Girtî Hayrettîn Adak, di hevdîtina telefonê de ya bi xizma xwe Fatma Adakê re axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Adak ragihand ku ji ber ku di Newrozê de govend gerandine bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" der barê wan de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin.
Fatma Adakê diyar kir ku li girtîgehê polîtîkaya tecrîdê tê meşandin û got ku ew vê pêkanînê qebûl nakin.