Hem aqûbeta wan hem jî kiryarên wan ne diyar e

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya xizmên windayan de, li aqûbeta Atîlla Osmanoglû û Zeynek Kursepê di binçavan de hatin windakirin hat pirsin. 

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina kiryarên wan, li 3 bajaran çalakiyên xwe domandin.
 
AMED
 
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 842'yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parkakoşûyolû ya Amedê pêk hat. Rêveberên ÎHDê, Hevseroka DBPa Amedê Sûltan Yaray, Xizmên Windayan, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li bûn. Wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Atîlla Osmanoglu yê di 25ê Adara 1996an de li Amedê hat windakirin, hat pirsîn.
 
Beriya daxuyanî bê xwendin, Serokê Şaxa ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz axivî.’
 
Ercan Yilmaz da zanîn ku dema ku cejn tê ew nekêfxweş in û wiha got: “Em îro di erefeya Cejna Remezanê de ne. Li welatê me dema ku cejn tê mirov diçe serdanê goristanan lê em tu carî nikarin herin serdana goristanan. Daxwaza me ew e ku bila destilatdarî kujerên windayan derxe holê. Em ê tu carî windayan ji bîr nekin. Heta ku faîl bên darizandin, em ê li ber xwe bidin.”
 
Hevseroka DBPa Amedê Sûltan Yaray jî diyar kir ku divê desthilatdar kesên ku sûc kirine derxe holê û wiha axivî: “Bi salan e gelê Kurd bi awayên hovane hatin qetilkirin. Desthilatî dizane ku winda li ku ne. Xizmên windayan dixwazin aqûbeta zarok û nasên xwe zanibin. Em behsa aştiyê bikin divê ev berpirsiyar bên darizandin. Çavê dayika Sakîne vekirî çû. Em vê tiştê naxwazin. Pêwîst e ku aqûbeta tevahiya windayan were zelalkirin. Em tevahiya windayên xwe bi bîr tînin.”
 
Piştre metna ku behsa serpêhatiya windakirina Atîlla Osmanoglû dike ji aliyê endamê Komîsyona Windayan a ÎHDa Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin.
 
Akdenîz ev tişt gotin: “Atîlla Osmanoglu bi malbata xwe re li navçeya Hezro ya Amedê dijiya. Li Hezro ji aliyê leşkeran ve gef lê dihatin xwarin. Ji ber van gefan bi malbata xwe re di Sibatga 1992'yan de koçî navenda Amedê dike. Atîlla Osmanoglu û bavê xwe dikan vekiribûn. Di 23yê Adara 1996an de du polîsên sivîl hatin dikana wan û xwestin Atîlla Osmanoglu ji bo ‘îhaleya otobanê’ li gel wan biçe. Lê Atîlla Osmanoglû bi wan re neçû û vê bûyerê i malbata xwe re vegot. Piştî du rojan di 25'ê Adara 1996'an de dema ku bavê Atîlla Osmanoglû, Mûhyettîn dihat dikanê dît ku 2 kesên sivîl Atîlla siwarî ‘torosa spî’ dikin. Bi îtiraza Mûhyettîn Osmanoglû kesên sivîl dibêjin em ê ji bo îhalê wî bibin. Dibe şev lê Atîlla nayê malê. Mûhyettîn Osmanoglû serî li dadgehê dide lê dadageh bersiva ku kesek bi navê Atîlla Osmanoglû nehatiye binçavkirin dide. Piştî tê windakirin tu agahî ji Atîlla Osmanoglû nayê wergirtin.”
 
Paşê endamê JÎTEMê Abdûlkadîr Aygan li xwe mikûr hat. Îtîrafkar dibêje ku Atîlla Osmanoglû ji aliyê JITEMê ve hatiye revandin, ji aliyê Cindî Acet ku nasnavê wî Koçero ye ve hatiye kuştin. Cenazeyê Atîlla Osmanoglû avet nav tangerêk petrolê.
 
Malbata Osmanoglû serî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dide. Dadgeh di 24ê Çileya 2008an de biryara xwe dide û Tirkiyeyê sûcdar dibîne û ji bo tezmînatê mehkûm dike.”
 
Bi du daxuyaniyê re ji bo bîranîna Osmanoglû û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.
 
COLEMÊRG
 
Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 168’an a çalakiya xwe de, li Kolana Hunerê ya li navçeya Geverê hatin ba hev. Rêveberên DEM Partiyê jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin” û wêneyên windayan hatin hildan. Hat xwestin ku kujerên Bîşeng Anik bên darizandin ku sala 1992’yan li Şirnexê piştî hat binçavkirin, hate qetilkirin.
 
ÊLIH
 
Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 678’an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan, kom bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin û ji xeynî parêzvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistina civaka sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn. Vê hefteyê aqûbeta Zeynel Kursep hate pirsîn ku piştî 24’ê Adara 1994’an li Êlihê hate revandin, êdî agahî jê nehate wergirtin.

Sernavên din

08/04/2025
09:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo Werîşê Mûradî bang kir
09:00 ROJEVA 8’Ê NÎSANA 2025’AN
07/04/2025
22:22 Dê Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê û Erdogan vê hefteyê hevdîtinê bikin
20:31 Malikî: Eger hilbijartin neyê kirin wê Iraq hilweşe
20:14 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:03 Jinan rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin
19:55 Li Iraqê bi sedan zarokî ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn
16:36 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:34 Li Qoserê bang li dewletê kirin: Gavên pratîk biavêjin
15:33 Halîde Turkoglu: Em ê pêvajoyê ji însafa hikûmetê re nehêlin
15:21 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Akay banga berdanê kir
14:50 Şîna Binevş Altay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:33 Artêşa Îsraîlê konê rojnamegeran bombebaran kir
14:29 Baroya Amedê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafê parastinê bidome
13:41 Iraq: Milîsên ku Îran piştgiriyê dide ji çekberdanê re amade ne
13:21 Daxuyaniya wezîr a têkildarî 'lêgerîna tazî': Li welatê me tiştek wisa nîn e
13:05 Êrişên ser Xezeyê didomin: 44 kes hatin qetilkirin
12:58 Îmamoglû ji bo Polat bertek nîşan da: Sedema vê nefretê çi ye?
12:53 Boykota li YTU’yê didome
12:26 Xwebûn bi manşeta ‘Encama bangê serkeftin e’ derket
12:05 Hinceta ‘Cezayê weazî’: Armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê bû
11:32 Sezaî Temellî ji îktîdarê re got: Cidî bin û gavan biavêjin
11:30 Daxwaza jinûvedarizandinê ya Pexşan Ezîzî cara duyemîn hate redkirin
10:47 Şara tê Tirkiyeyê
10:47 Mahîr Polat sewqî ATK’ê hate kirin
10:46 Ji girtiyê krîza dil derbas kirî re gotin ‘tansiyona te rabûye’ û şandin qawîşê
10:08 Kariane Westrheim: Pêşemerca pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:08 Norçîn bi rengên biharê xemilî
09:02 Birayê Mahsum Korkmaz: Em aştiyeke birûmet dixwazin
09:01 Girtiyê 31 salan: Bang li girtîgehê bi dil û can hat qebûlkirin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN
06/04/2025
16:38 Li Şirnexê çalakiya Adarokê hat lidarxistin
16:34 Ji bo Bulent Aydin şîn hate danîn
16:26 Çalakiya 4’ê Nîsanê: Aştiya Tirkiyeyê hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike
15:30 Ozgur Ozel dîsa bû serokê CHP’ê
14:45 Bîlançoya erdhejên Myanmarê her ku diçe girantir dibe
14:33 DEM Partiyê têkildarî ‘Rojnamegerên Hatine Kuştin’ daxuyanî da
14:21 Wezaretê li dijî biryara ku ‘polîsên talanker’ diparêze serî li îstînafê da
13:48 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
13:44 Polîsên rejîma Îranê îşkence li nivîskara jin kirin
13:21 Şerîfe Mihemedî ev 3 meh in nikare bi girtiyên din re danûstandinan bike
12:53 Ozel: Êdî rewatiya Erdogan nîne
12:20 Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin: Di 5 salan de 15 rojnameger hatin qetilkirin
12:09 Siyasetmedar Adams: Banga Ocalan ji bo avakirina civaka demokratîk firsend e
11:13 ‘Em dixwazin êdî 4’ê Nîsanê tevî Ocalan pîroz bikin’
10:29 Tulay Hatîmogûllari: Tecrîda li Îmraliyê didome
10:09 JINNEWS: Di Adarê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Hejmara 110’emîn a kovara Jinê derket
09:58 Dayika 2 zarokên xwe winda kirî: Aştî bi guftûgoyê pêkan e
09:38 Çîftçî yê 84 salî îcar rêwiyê Amarayê bû
09:22 Cara ewil MA parve dike: Di bin dêrê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2025’AN
05/04/2025
16:04 Hêzên Asayîşê ewlehiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewr girtin
15:55 Meşa Roja Parêzeran: Em li pîşeya xwe û hiqûqê xwedî derdikevin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Erdem, Kocaturk û Fîlîz banga serbestberdanê
14:50 Rojnameger Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
14:00 Dayikên Şemiyê bang li Erdogan kir: Berpirsyariya xwe bîne cih
13:58 Xizmên windayan: Ji bo aştiya civakî divê paşeroj bê rûhevkirin
13:11 Ciwanên enternasyonal ên meşiyan Amarayê: Ocalan rê li ber me vedike
12:50 Dozgeriyê îdîanameya Umît Ozdag amade kir
12:48 Maşîna karkeran li hev qelibî: 20 kes birîndar bû
12:42 Li Stenbolê mij
12:34 Li Xezayê êrîşa Îsraîlê: 11 Filistînî hatin kuştin
12:31 Rapora meha Adarê ya MKG'ê: Herî kêm 54 binpêkirinên mafan
12:01 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
12:00 Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' wê li Romayê bê nîqaşkirin
10:23 Wezaret: Li Stenbolê 455 kîlo tiryak hate desteserkirin
10:21 Şahînoz: Maliyeta 'Bûyera 19 'ê Adarê' wê mîna krîza sala 2001'ê be
09:49 Rojnameger Oznur Deger qala girtîgeha ku lê dimîne kir: Navenda zexta psîkolojîk
09:05 Pîrozbahiyên 4 'ê Nîsanê: Eger Ocalan azad bibe, civak jî wê azad bibe
09:03 Li Herêma Federal a Kurdistanê 6 meh in hikûmet nehatiye avakirin
09:00 ROJEVA 5 'Ê NÎSANA 2025
04/04/2025
19:20 Di rojbûna Abdullah Ocalan de dar hatin çandin
16:59 Li Wanê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
15:51 Rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê çêbû hat pîrozkirin
15:35 Ji bo Taş ê ku jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn
12:37 Li Egeyê bota koçberan noq bû: 9 kes mirin
12:21 Bi deh hezaran kes ber bi Amarayê ve meşiyan: Divê dewlet gav bavêje
11:47 Sozdar Avesta: Bi gotinê nabe, pratîk divê
10:49 Festîvala 4'ê Nîsanê di roja 2'yemîn de didome
10:07 Kurd Archive dê arşîva 30 salan a televîzyonên kurdî biweşîne
09:42 ‘Rojnamevan ji ber rastiya li qadê radigihînin dibin hedef'
09:13 Dozger xwest ji ber strana 'Şervano' ceza lê bê birîn
09:06 Ji bo 32 bajaran hişyariya baranê
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2025'AN
03/04/2025
16:55 HDK'ê bertek nîşanî binçavkirinên ji ber ‘boykotê’ da
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê hesab ji kiryarên komkujiyên li dijî elewiyan bê pirsîn
15:11 Li Xelfetiyê Festîvala 4'ê Nîsanê
13:11 Tarik Taş hat veşartin
12:28 Meşvanên Amarayê Mûstafa Dag bibîr anîn
12:11 Li Xelfetiyê coşa festîvalê zû dest pê kir
11:43 Meşa ciwanan di roja 3'yemîn de ye: 33 rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn
11:15 Sabîha Aslan a ku piştî 6 salan çû Îmraliyê: Tenduristiya wan û moralê wan baş bû
10:05 20 meh cezayê qedxekirina 'hevdîtinê' li girtiyan hat birîn
09:38 Ayşe Çelîkbîlek: Divê 'Mafê Hêviyê' pêk bê
09:11 Li quntarên Çiyayê Cîloyê dîmenên mizgîniya biharê
09:07 Li Colemêrgê li madenê cinayet
09:03 Li Stenbolê 16 kes hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2025'AN
02/04/2025
16:46 Ji bo Werîşe Muradî kampanyaya hastagê