AMED - Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi boneya Cejna Remezanê çû serdana gorên Rojîn Kabaîş û Narîn Guranê.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi boneya Cejna Remezanê çû serdana gorên Rojîn Kabaîş û Narîn Guranê. Meclisa Jinan a DBP’ê, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Parlamentera Amedê Adalet Kaya, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û aktîvîstên TJA’yê tev li bûn.
Ji ewil gorê Rojîn Kabaîşê yê li Goristana Yenîkoyê hate ziyaretkirin. Jinan, li vir sersaxî ji malbata Kabaîş re xwestin. Piştre jî dua hatin kirin û jinan gul danîn ser gora Rojîn Kabaîşê.
NARÎN GURAN NEHATE JIBÎRKIRIN
Piştre jî gora Narîn Guranê hate ziyaretkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer li vir axivî û got: “Diviyabû Narîn ne li vê derê di bin axê de bûya, diviyabû niha li derve bûya û bi hevalên xwe re bilîsta. Hêvîdarim faîlên wê di demekî herî nêz de derkevin holê.”
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî got: “Li Tirkiyeyê zarok di ewlehiyê de nînin. Mafê jiyanê yê zarokan tê binpêkirin. Her roj zarok tên qetilkirin. Lê em jin di têkoşîna xwe de biisrar in. Em ji bo avakirina civakeke ku jin û zarok tê de bi ewle bijîn têdikoşin. Em ê bi hev re xwe birêxistin bikn û ava bikin. Pêşerojeke azad a zarokan, peywira me tevan e. Di şexsê Narînê de bila soza me ya ji bo hemû zarokên hatine qetilkirin be. Divê em li dijî vê zîhniyetê têbikoşin.”