Gulistan Kiliç Koçyîgît: Di hevdîtina Erdogan de aliyên pêvajoyê dixitimînin hatin axaftin

img
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku di hevdîtina bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re de aliyên pêvajoyê dixitimînin hatine axaftin.
 
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyanî da. Gulistan Kiliç Koçyîgît, di serî de kesên di Komkujiya Enfalê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got ku Enfal, di hafizeya Kurdan de her tim zindî ye û ev tişt anî ziman: “Komkujiya Enfalê jî mîna komkujiyên din ên li dijî Kurdan bêceza hatiye hiştin û ji ber ku qada navneteweyî bertek nîşan nedane, bûye sedema qetilkirina bi sedhezaran Kurdan.” 
 
'JI BO ENFALÊ EM Ê PÊŞNIYARQANÛNÊ BIDIN MECLISÊ’ 
 
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku di qada navneteweyî de gelek welat Komkujiya Enfalê bi awayekî fermî weke qirkirin qebûl dikin û got: “Ji bo Komkujiya Enfalê bi awayekî fermî were naskirin, dê partiya me vê hefteyê pêşniyarqanûnê bide Meclisê. Hêvîdarim dengekî hevpar û encamekî erênî derkeve.” 
 
'BI OPERASYONÊN KCK’Ê LI DIJÎ PÊVAJOYÊ SABOTAJ HATE KIRIN’ 
 
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgît bi bîr xist ku îroj salvegera operasyonên KCK’ê ye û wiha got: “Di 14’ê Nîsana 2009’an dema em di erefa nîqaşên aştî û çareseriyê de, dema li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dihat axaftin de bi awayekî hemwext operasyonên KCK’ê hatin kirin. Gelek rewşenbîr, nivîskar, rojnameger, siyasetmedar û hwd. hatin girtin û binçavkirin. Ji wan kesên ev doz û îdianame amadekirin gelek jê niha girtî ne yan jî li cihên cuda ne. Di demeke nîqaşên pêvajoyeke çareseriyê ya nû dihatin kirin de destekî tarî kete nava tevgerê û xwestin hewldanên ji bo aştî û çareseriyê sabote bikin. Mixabin ev sabotaj bi ser ketibû. Em îro dîsa hewcehiya bi çareserî û diyalogê tînin ziman. Dixwazim her kes li ser encamên operasyonên KCK’ê bifikire. Ev operasyon, bû destpêka serdema tarî ya 10 salan. 
 
XEBATÊN DÎPLOMATÎK ÊN JI BO AŞTIYÊ 
 
DEM Partî bi hemû bask û avadaniya xwe ji bo pêşketina demokrasiya Tirkiyeyê têdikoşe. Yek ji serenavên sereke yên vê têkoşînê jî muzakere ne. Em muzakereyan ji Tirkiyeya demokratîk, ji têkoşîna bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd cuda nabînin. Di vê çarçoveyê de me bi gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kirin. Her wiha me bi gelek welatên Ewropayê ku em dibêjin dê ji bo çareseriyê sûdewer bin re xebatên dîplomatîk meşandin. Ji welatên Ewropayê heta Rûsyayê, Hindistanê û Iraqê, şandeyên me li gelek cihan hevdîtin domandin. 
 
HEVDÎTINA BI ERDOGAN RE
 
Şandeya me ya Îmraliyê hefteyek berê bi birêz serokkomar re hevdîtin kir. Ev hevdîtin, ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Ocalan ku dixwaze înîsiyatîfeke dîrokî pêş bixe, pirsgirêka Kurd ji tundî û pevçûnan rizgar bike û ji bo pêşxistina tifaqa dîrokî ya Kurd-Tirkan, qonaxeke girîng bû. Em ji vê memnûn in. Di hevdîtinê de em li ser aliyên pêvajoya heta niha dixitimînin sekinîn û ev hatin axaftin. Yek ji gavên girîng ên pêvajoyê jî rakirina jiholêrakirina tecrîda li Îmraliyê û başkirina şert û mercên birêz Ocalan in. Hewcehiya bi van xalan di hevdîtinê de hatiye piştrastkirin. 
 
AKTORÊ HERÎ GIRÎNG DI TECRÎDÊ DE YE
 
Her ku em dibêjin bila tecrîd were rakirin, hinek derdor biisrar naxwazin vê fam bikin. Vê meseleyê berevajî dikin. Ma aktorê herî girîng ê ku dikare aştî û çareseriyê pêk bîne birêz Ocalan nîne? Belê, ew bi xwe ye. Ma di hevdîtinê de jî ev îrade nîşan neda? Belê nîşan da. Wê demê çima kesê dikare çekan bêdeng bike, tundiyê bi dawî bike niha di tecrîdê de ye? Astengiya herî mezin a li pêşiya vê çi ye? Kî aştî û çareseriyê naxwazin? Madem em ê bi hev re vê pirsgirêka dîrokî çareser bikin, madem em di qonaxeke dîrokî de ne, wê demê çima hêj qala îçtîhad û usûlê tê kirin? Bi rastî jî mirov vê fam nake.
 
MECLIS DÊ JI BO ÇARESERIYÊ ÇI BIKE?
 
Em gelek caran li Meclisê ser vê meseleyê axivîn. Gelo ev Meclis ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dê çi bike? Ji Cotmehê heta niha gelek nîqaş hatin kirin. Hinek qonax çêbûn, hevdîtin hatin kirin û bang hate kirin. Heta niha jî Meclisê gavek neavÊÊtiye. Tu înîsiyatîf li xwe negirtiye. Em vê fêm nakin. 
 
Daxwazên DEM Partiyê û gel ên ji gavên divê bo avakirina aştî û civaka demokratîk bên avêtin, diyar in. Di vê mijarê de nezelaliyek nîne. Li aliyê din Meclis bêdeng e. Divê Meclis di vê mijarê de ji pozîsyona temaşekirinê derkeve û demildest înîsiyatîfê li xwe bigire. Şandeya me ya Îmraliyê dê vê hefteyê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike. Dê mijarên qanûnî, hiqûqa înfazkirina cezayê û mijarên din bên axaftin. Ji bo pêvajo baştir bimeşe, divê Meclis rola xwe bilîze û zeîneke qanûnî ava bike. Di halê hazir de zemîneke wiha nîne. Hewl didin vê pêvajoyê bêyî vê zemînê bidomînin.” 

Sernavên din

16:50 Peyama Fîgen Yuksekdag a ji bo Sirri Sureyya Onder
16:10 Cîgira Şaredarê Beykozê Fîdan Gul hate girtin
16:08 Li Midyad û Hezexê Çarşema Sor hate pîrozkirin
15:41 Doza hevşaredar Amak hate taloqkirin
15:37 Peyamên rewşenbîr û hunermendan ên ji bo Onder
15:22 Kizil Partî hate avakirin
15:16 Lijneya Giştî ya Meclisê 2 roj navber da xebatên xwe
15:15 Hevserokên Giştî dê têkildarî Onder daxuyaniyê bidin
14:42 Ji DBP’ê seferberiya pêvajo û rêxistinbûnê
14:10 Ji bo rojnameger Welat Ekîn biryara tehliye û beraetê
13:52 Serokwezîrê Iraqê li Silêmaniyeyê ye
13:48 Akkurt ê piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:40 Der heqê rojnameger Ren de doz hate vekirin
13:34 Serokê CHP'ê yê Stenbolê çû serdana Onder
13:25 Rojnamevan Hassouna û malbata wê di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin
13:18 Li Iraqê bahoza tozê: Bi hezaran kes rakirin nexweşxaneyê
13:18 SOHR: Li Sûriyeyê 13 kes hatin kuştin
12:23 KNK’ê Çarşema Sor pîroz kir
12:14 Nameyên girityan ji Abdullah Ocalan re nivîsandine nayên şandin
12:01 Bijîşkên Onder: Metirsiya ser jiyana Onder didome
11:49 Dr. Fernaz Attia ya Misrî: Hewldana aştiyê ya Ocalan dê bandorê li hemû herêmê bike
11:39 Peyama Demîrtaş a ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
11:18 Îbrahîm Kalin çû serdana Onder
11:17 Kolber ê li sînor winda bûbû, xwe gihand malbata xwe
11:12 Bijîşk dê têkildarî rewşa Onder daxuyaniyê bidin
11:09 Girtiyê nexweş Ayik: Rêveberiya girtîgehê li provokasyonê digere
10:57 Bahçelî ji bo rewşa Onder bipirse telefon kir
10:52 Qeyûmê Êlihê 12 neguhêzbar da ber firotinê
10:48 Îtîraz hate kirin, biryara qedexeyê ya ji bo 2 pirtûkan hate betalkirin
10:39 Nexweşxaneya Florence Nihgtingale: Xeteraya li ser jiyana Onder didome
10:37 Ozel: Em rewşa Onder ji nêz ve dişopînin
10:31 Tehliyeya girtiyê li dijî hejmartina ser pêyan derketî hate astengkirin
10:07 Emeliyeta Sirri Sureyya Onder xelas bû
10:00 Polîsê ji bo wî bultena sor hatiye derxistin li Tirkiyeyê dijî lê nayê girtin
09:27 Pirtûk hat qedexekirin, lêpirsîn li nivîskar hate vekirin
09:20 'Pêşketin bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e'
09:13 Dayika Rahşan Demîrelê: Ya ku me qanek bike meclis e
09:02 Parêzer Demîr: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê Ocalan azad be
09:01 Malbata ku Abdullah Ocalan silav jê re şand: Em dixwazin wî bibînin
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2025’AN
08:47 Tulay Hatîmogullari: Onder heta niha gelek zehmetî derbas kir û dê vê jî derbas bike
08:46 Ayşegul Dogan: Emeliyeta hêj xelas nebûye
08:28 Emeliyatkirina Onder dewam dike: Dilê wî dest bi lêdanê kir
08:25 Bi hezaran kes li ber nexweşxaneya ku Onder lê ye kom bûn
08:21 Ji bo Sirri Sureyya Onder peyam
08:15 Ji Wezareta Tenduristiyê ji bo Onder daxuyanî
08:15 Endamê Şandeya Îmraliyê Onder emeliyat bû
15/04/2025
16:18 Nêrgiz Mihemedî ji NY’ê re name şand
16:05 Ozel ji bo pêvajoyê got: Bînin Meclisê
15:57 ÎHD’ê çalakiya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’ li dar xist
15:24 BES-AR: Sînorê birçîtiyê 34 hezar TL derbas kir
15:23 Di 15 rojan de 4 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:08 CPT dîsa neçû serdana Îmraliyê
14:55 'Bi wezîrê dadê re dê gelek mijar bên axaftin'
14:17 AYM’ê di doza teqîna muhimatê de piştî 20 salan biryara ‘binpêkirinê’ da
13:46 SOHR: 17 jin û zarok hatin revandin
13:45 AKP a ku 23 sal in pêşniyara ‘Cejna Newrozê’ red dike niha pêşnûme da
13:29 DEM Partî: Em bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê biherikin qadên 1’ê Gulanê
12:55 Polîsan taziyeya Abdurrahîm Erzen asteng kirin
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Heke îktîdar li gorî bangê gavan neavêje dê demokratîkbûn çênebe
12:40 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hedefên xwe aşkera kir
12:11 Renée Le Mignot: Modela Rojava hêvî ye
12:04 Şandeya Parlamenteran a Ingilistan-YE’yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye
11:28 Macron bi Abbas re hevdîtin kir: Divê Hamas were bêçekkirin
11:27 Prof. Dr. Dunbar: Dema ji ziman û çandan re rêz hate girtin dê aştî bibe
11:01 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Qada bêhnvedanê ku qeyûm dabû cendirmeyan hatiye îstîmlaqkirin!
10:44 Weqfa Mezopotamyayê kursa 9’an a folklor û edebiyata gelêrî li dar dixe
10:14 Li Antalyayê dawetên Kurdan bi hinceta ‘qedexeyê’ tên astengkirin
10:02 Ji bo Cîgirê Şaredarê Beykozê biryara binçavkirinê
09:58 'Aştî û çareserî yekalî nabe’
09:53 Pîrozbahiyên Newroza Rojhilat: Banga Ocalan mora xwe li pîrozbahiyan xist
09:04 Înîsyatîfa Jinan a ji bo Sûriyeyê hat avakirin: Çalakiya ewil di 24'ê Nîsanê de ye
09:03 Parêzerên OHD'î: Divê 'mafê hêviyê' bê bicihanîn
09:02 Qirêjiya li Gola Wanê zêde dibe, populasyona candaran tune dibe
09:00 Ferîde Eralp a feminîst: Bêyî jinan aştî ne pêkan e
09:00 ROJEVA 15’Ê NÎSANA 2025’AN
14/04/2025
16:24 ‘Hêza sereke ya ku dê civakê demokratîk bike jin in’
15:38 Îtîraza li dijî girtina Îmamoglû hate redkirin
15:37 Rapor: Li Sîncanê ‘qedexeya îşkence û miameleya xerab’ tê binpêkirin
15:00 Meclisa Jinan a DBP’ê atolyeyan dide destpêkirin
14:42 Doza Narîn Guranê: Daxwaza beşdarbûnê ya UCÎM û Wezaretê hat qebûlkirin
14:40 4 sal û 8 meh cezayê hefsê li lîstikvana Kurd hate birîn
14:32 Rojnamegeran bertek nîşan dan: Mafê agahîgirtinê yê gel tê astengkirin
13:52 Xalê Jîna Emîniyê hate girtin
13:15 Li Qersê jinek hate qetilkirin
13:10 Ji bo rojnameger Necla Demîr Arvas biryara ceza û tehliyeyê
12:44 Doza Narîn Guranê didome: Heqîqetê derxînin holê
12:29 Cûma Çat hate definkirin
12:25 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû
11:52 Platforma Yekitina Jinên Kurd hate avakirin
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Di hevdîtina Erdogan de aliyên pêvajoyê dixitimînin hatin axaftin
11:21 Hunermend Dîna Zaurub di êrişa Îsraîlê de hate qetilkirin
11:08 Bi ser Enfalê re 37 sal derbas bûn: Me efû nekir û dê ji bîr nekin
10:57 Li Geliyê Botanê qûleya leşkerî hate avakirin
10:41 Duyemîn doza cînayeta Narîn Guranê dest pê kir
10:10 Xwebûn bi manşeta ‘Hunermend rayberî biko’ derket
09:10 Piştî Soylu hedef nîşan dayî bêyî ‘delîlan’ cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn
09:06 Qeyûmê Mêrdînê dê 35 neguhêzbarên bifiroşe
09:04 Curado: Bêyî berdana Abdullah Ocalan pêvajo nameşe