NAVENDA NÛÇEYAN - Xalê Jîna Emîniyê Sefa Eylî hate girtin û şandin Girtîgeha Seqizê.
Zext, girtin û gefên rejîma Îranê yên li ser çalakvan, welatparêz û xizmên qurbaniyên Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” berdewamin. Ajansa nûçeyan a Îran Internationalê ragihand ku xalê Jîna Emîniyê Sefa Eylî (31) di 11’ê Nîsanê de li bajarê Seqîzê yê rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên îdareya Îtlaatê ya bajêr ve hatiye binçavkirin û şandine Girtîgeha Seqizê.
Hate diyarkirin ku Sefa Eylî bêyî agahdarkirina pêşxwext û ji bo “derbaskirina cezayê xwe” şandine girtîgeha Seqizê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Sefa Eylî di 5’ê Îlona 2023’yan di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de bêyî biryareke dadgeriyê hebe, li Seqizê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Demekî kin piştre jî hate berdan. Piştre jî Dadgeha Şoreşê ya Seqizê bi îdiaya “Beşdarîkirina li pêkhateyên kom û çalakiyên dijî asayîşa neteweyî û propagandaya li dijî dewletê” 5 sal û 4 meh û 17 roj cezayê hefsê da Sefa Eylî.