AMED - Di danişîna doza duyemîn a cînayeta Narîn Guranê de ku 15 kes ji ber îdiaya “îltîmas ji sûcdar re kirine” tên darizandin, daxwaza beşdarbûnê ya UCÎM û Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî hate qebûlkirin.
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxa 2024’an de li gundê Çûlî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û cenazeyê wê 19 roj piştre hate dîtin. Danişîna ewil a doza duyemîn a cînayeta Narîn Guranê dest pê kir. Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya cînayetê de, ji ber sûcê “îltîmas ji sûcdaran re kirine” lêpirsîna duyemîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de der heqê 15 kesan de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê dest pê kir.
Di dozê de dotmama Narîn Guranê ya bi navê Bîrsen Guran, mamê wê Fûat Guran, jinmama wê Maşallah Guran, hevjînê meta wê Mehmet Şevket Kaya, kurmetê wê Muhammed Kaya û karkerê Salîm Guran ê bi navê Mehmet Selîm Atasoy weke gumanbarên girtî; keçmeta Narîn Guranê ya bi navê Şeyma Kaya, jinmama wê Hediye Guran, mamên wê Îbrahîm Halîl, Bariş, Kurtuluş û Omer Faruk Guran û zarokên bi navên R.A. (16), M.G. (16) û Î.K. (17) jî weke bersûcên negirtî tên darizandin.
DAXWAZÊN BEŞDARBÛNÊ HATIN QEBÛLKIRIN
Serokê dadgehê, di dozê de ku zarok jî tên darizandin ji bilî bersûcan, parêzerên bersûcan û xizmên wan nehişt tu kes têkeve eywana danişînê. Darizandin, ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin. Daxwaza beşdarbûnê ya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Komeleya Têkoşîna li Dijî Îstîsmarkirina Zarokan a Mamoste Saadetê (UCÎM) hate qebûlkirin. Parêzerên bersûcan ji ber qebûlkirina mudaxilbûna her du saziyan, daxwaza reddî hakim kirin. Dadgehê ev daxwaz red kir.
DANIŞÎN DÊ BI ÎFADEYÊN BERSÛCAN BIDOME
Danişîna dozê, bi parastinên zarok û faîlan domiya. Li îfadeyên Omer Faruk Guran, Şeyma Kaya, Muhammed Kaya, Şevket Kaya Maşallah Guran, Kurtuluş Guran, Îbrahîm Halîl Guran, Fuat Guran û Hediye Guran hate guhdarîkirin û navber hate dayin.
Danişîn dê piştî navberê bi îfadeyên bersûcên din bidome.