AMED - Ji Zanîngeha Edinburghê Prof. Dr. Robert Douglas Dunbar diyar kir ku aştî bi rêzgirtina li hemberî ziman û çandan dibe. Dunbar, got ku ji bo muzakere pêş bikevin divê Abdullah Ocalan bê berdan.
Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) di dawiya vê hefteyê de li Amedê komxebata “Di perwerdeya zimanê dayikê de ber bi çareseriyê ve; derfet, astengî û pêşniyar” li dar xist. Ji Kurdistan, Tirkiye û cîhanê gelek zimanzanên xwedî tecrûbe beşdarî komxebatê bûn. Ji Zanîngeha Edinburghê Prof. Dr. Robert Douglas Dunbar mijara bi sernav “Tecrûbeyên Îrlandaya Bakur, Skoçya û Kanadayê” pêşkeş kir.
Dunbar ku li Zanîngeha Edinburghê profesorê “Zimanên Bajar” e, têkildarî girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah ji Ajansa Mezpotamyayê (MA) re axivî.
'AŞTÎ BI RÊZGIRTINA LI DIJÎ ZIMANAN DIBE’
Dubar, da zanîn ku bi eslê xwe ji Kanadayê ye lê xebatên xwe li Skoçyayê didomîne û got: “Perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo rêzgiriya li dijî nasname û çandên cuda girîng e. Mafê her kesî heye ku bi zimanê dayika xwe perwerde bibe. Ev yek li pêşiya hînkirina zimanê fermî û yên din nabe astengî. Perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo zarok û ciwanan pir girîng e. Ji bo pêşxistina aliyên jîr ên ciwanan jî girîng e. Ji hêla pêşketina mejî jî gelek girîng e. Bandorê li ser serkeftîbûna mirov dike.”
Dunbar, anî ziman ku bi sala ye têkoşîna Kurdan a ziman dişopîne û wiha pê de çû: “Li Londonê min di çarçoveya ‘Projeya Mafên Mirovan ên Kurdan’ de têkildarî zimanê Kurdî raporek amade kir. Aştiya civakî û lihevkirin, dema we ji bo ziman û çandên cuda rêz girt dikarin bibin. Ev komxebata ziman jî gelek girîng e. Perwerdeya bi zimanê dayikê pir girîng e. Ji bo axaftina bi vî zimanî û ji bo rêzgirtinê girîng e. Ev yek her wiha hêmayeke girîng a aştiyê ye.”
MÎNAKA MANDELA
Dunbar, bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û mînaka Nelson Mandela da. Dunbar, anî ziman ku Mandela salên domdirêj girtî maye û piştre muxatab hatiye girtin. Dunbar, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo aştiya li Îrlandaya Bakur bi lîderên Sinn Feinê re muzakere û hevdîtin hatin kirin. Ji bo li Efrîqeya Başûr aştî çêbibe diviyabû Mandela bihata berdan. Ji bo li Îrlandaya Bakur pêvajoya aştiyê pêş bikeve gelek girtî hatin berdan. Divê were qebûlkirin ku gelê Kurd jî Ocalan weke berdevkê xwe dibîne. Heke muzakereyek çêbibe, divê ev yek were naskirin (were berdan).”
MA / Mujdat Can Hîvda Çelebî