STENBOL - Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê ku dê li Qada Rihtimê ya Kadikoyê were lidarxistin, diyar bû.
1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li Stenbol dê îsal bi pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û Yekitiya Bijîşkên Tirk (TBB) bi dirûşma “Ji bo ked, aştî, demokrasî û edaletê em ê bi ser kevin” li Qada Rihtimê ya Kadikoyê bê lidarxistin. Kortejên ku dê konfederasyon, sendîka, rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî di 1’ê Gulanê de tê de cih bigirin diyar bûn.
Mitîng dê saet di 11.00’ê de li Kadikoyê bê lidarxistin. Beriya mitîngê dê zêdetirî 100 kes bi pêşengtiya DÎSK’ê tacegulan deynin ber Bîrdariya Komarê ya li Qada Taksîmê. Koma ku Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû, tevahiya lijneya rêveber a DÎSK’ê û serokên sendîkayên girêdayî DÎSK’ê yên Stenbol û Enqereyê jî di nav de, dê li pêşiya Konsolosxaneya Alman a li Taksîmê kom bibin û saet di 08.00’ê de tacegulê deynin pêşiya wê.
JI DU BASKAN VE DÊ MEŞ BÊ LIDARXISTIN
Ber bi Qada Rihtimê ve dê ji du baskan ve bi kortejan meş bên lidarxistin. Saeta kombûnê weke 11.00 hate diyarkirin. Bi pêşengtiya DÎSK’ê dê li pêşiya Nexweşxaneya Numune ya Haydarpaşayê û bi pêşengtiya KESK’ê jî girse li Sogutluçeşmeyê kom bibin. Girse dê li van her du noqteyan bi kortejan têkevin qada pîrozbahiyê.
AXAFTIN
Di bernameya 1’ê Gulanê de dê metna hevpar a KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê ku bi Kurdî û Tirkî hatine amadekirin bên xwendin. Piştre jî dê li gorî dorê, li ser navên ciwan, jin û teqawidan axaftin bên kirin. piştre jî dê nûnerên karkeran biaxivin.
MUZÎK
Piştî axaftinan dê Koroya Dostlarê ya Ruhî Su û Grup Munzur derkevin ser dikê.
Mitîng dê saet di 15.30’ê de bi dawî bibe.